ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2021'AN
16 hezîran, 2021   23:00

-Partiya Sûriya Pêşerojê li se şerê taybet û rewşa heyî civînekê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê serdana Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê merasîmê oxirkirina şehîdan û ragihandina nasnameya gerîlayekî şehîd li goristana Şehîd Dicle li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra Şiêtat a bajarokê Xeranîc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Xidir Hemed El-Îd El-Şerîf got, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye, her wiha beşek ji siyasetên Tirkiyê li dijî gelê azadîxwaz e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bertekên gel ên li dijî tevgerên PDK`ê û bêdengiya wê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk zêde dibin, her wiha bangên avakirina yekitiya neteweyî û çarserkirina doza kurdî didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Oldaran diyar kirin ku êrişên artêşa Tirk  a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li gorî ola Îslamî û Qûrana pîroz e, her wiha ne li gorî bingehên civakî û mirovî ye û destnîşan kir ku parastsina xaka Kurdistanê erk û ferzeke . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên Kurd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha wesif kir:"Em bi qonaxa hebûn û nebûnê re rû bi rû ne" di heman demê li dijî provaksyonên dewleta Tirk derdixe, banga yekitiya kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêvebirên komîteyên jinan ên li Dêrazorê hewldanên derxistina tevliheyê  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne li gorî planên dijminan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo êrişa li dijî nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û diyar kir ku aliyên biyanî li paş wan bûyeran hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan Mutlu Çîvîroglu anî ziman ku ji lûtkeya 31`emîn ya NATO' yê zindîbûna NATO û vegera Amerîka hat dayîn û got: “Rûsya û Çîn wekî nêyar hatin dîtin, li Tirkiyê jî pirsgirêkên serekê nehatin rojevê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-7 namzet ku praniyan wan ji muhafizên radîkal in derbasî hilbijartinên Îranê bûne û rengê jinê qet têde tune ye. Ji ber wê jî ev yek wê nêzî hilbijartinên mirvî dike ku pêşbazî di navbera wan de tune û armanca wê ku rewabûnê bi rêya demokratiya şeklê bide wan. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di 17`ê Hezîrana 2020`an de DYA`yê yekemîn cezayê Qanûna Qeyser li ser hikumeta Şamê ferz kir. Tevî ku vê yekê bandor li gelê Sûriyê kir lê ev qanûn nebû sedem ku Şam li gorî xwestekên civaka navneteweyî hin tawîzan bide. Gelo qanûnê çawa bandor li gelê Sûriyê kir? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiya Mîhrîcana Werzîşê bi diruşma "Tev li Cenga Azadiyê Bibin" di roja duyemîn de li Kobanê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYNA

- Berpirsê Nivîsgeha Xebitandina Stayonên Avê ya Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê diyar kir ku komîteyê rêjeya çandina erdan ên ji sebzeyên havînê hatine veqetandin, diyar kiriye û ji salên berê kêmtir e ji ber  ku ava Firatê kêm bûye û da ku cotkar nexesirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA