Ciwanên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê , ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Wargeha Mexmûrê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û guhertina demografî ya li Efrînê meşek li kampa Berxwedan li dar xist.

16 hezîran, 2021   18:05
ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Tev li cenga azadiyê bibin", bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên navçeya Fafînê û kampa Berxwedanê daketin qadan û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, êrişa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, her wiha guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2021/06/16/171533_rshyd-afryn.webp

Meş ji pêşiyê kampê dest pê kir. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanên şoreşger rakirin, her wiha pankartên bi nivîsên "Tev li cenga azadiyê bibin", "Bimire xiyanet", "Na ji guhartina demografiya Efrînê re", Bimire xiyaneta PDK`ê" û "Bijî berxwedana Mexmûrê" vekirin.

Ciwan li kolanên sereke yên kampê geriyan û sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gerîalyan berz kirin.

Meş li qada kampê veguherî mîtîngê, piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Navçeya Fafînê Reşîd Efrîn axivî û got: "Dewleta dagirker a Tirk êrişî gelê me yê Kurdistanê û hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û hewl dide vîna me têk bibe."

Reşîd Efrîn di nava axaftinên xwe de diyar kir ku ew wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Şehbayê piştgiriya hêzên xwe dikin û berxwedana wan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav dikin.

Reşîd Efrîn di dawiyê de destnîşan kir ku di pêvajoya dîroka Kurdistanê de gelê Kurd ji aliyê dijminê gelê Kurd ve, bi qirkirinê re rû bi rû mane û got: "Em tu carî serî ji dagirkeriyê re netewandinin û heta tunekirina dijminê gelê Kurd em ê li ber xwe bidin."

Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.

(eh)

ANHA