Şêniyên Dêrarozê êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Bi dehan şêniyên rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist û bi rêya wê sûcên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên derqanûnî yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Şêniyên Dêrarozê êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
16 hezîran, 2021   18:39
DÊRAZOR

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê bi rêya siyasetên bi armanca şikandina vîna gelan û derbekirina aboriya wê mîna qutkirina ava çemê Firatê û hwd, zêde bûn.

Ji bo redkirin û şermezarkirina wan sûcan, bi dehan şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/06/16/181428_alreash-almshtrkh-lmjls-alshab-bryf-dyr-alzwr-alshrqy-slah-asmaayl-alslman.webp

Di meşê de gelek şêniyan axivî, jê jî Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Îsamîl El-Selman wiha got: "Em beşdarî vê meşê bûn ku piştrast bikin em tevahî pêkhateyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî li dora QSD’ê dicivin, êriş û sûcên dagirkeriya Tirk eşkere bikin."

El-Selman wiha domand: "Em bikaranîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve wek çekekê li dijî herêmên me digel bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan şermezar dikin, her wiha bêdengiya hikumeta Şamê û hikumeta Iraqê jî ku bi erk û berpirsiyariyên xwe yên parastina mafên gelan û para welatên wan ji avê ranabin, şermezar dikin."

/ar/uploads/files/2021/06/16/181510_alraeash-almshtrkh-lmjls-almntqh-alshrqyh-mhmd-alamyry.webp

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Mihemed El-Umerî wiha got: "Em ji tevahî gundewarên rojhilatê bajêr tev li meşê bûn da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên dijminane yên li hember herêmê yên bi hedefa vegerandina hegamoniya Osmanî şermezar bikin."

El-Umerî wiha gotina xwe berdewam kir: "Armanc ji êrişên dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji vir em piştgiriya xwe ji QSD’ê û Rêveberiya Xweser re misoger dikin."

/ar/uploads/files/2021/06/16/181449_alreash-almshtrkh-lkjls-alfrat-abd-alrhmn-dghyfj.bmp

Li ser navê Meclisa Firatê Ebdurehman Dexêfîç jî wiha got: "Armanc ji meşa me gihandina dengê me ji tevahî civakên navneteweyî re ku em dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li dijî gelê me şermezar dikin."

Dexêfîç da zanîn ku dewleta Tirk tevahî rêbazên derqanûn di têkbirina gelên herêmê de bi kar anîn, mîna qutkirina ava çemê Firaêt ku gefan li jiyan, proje û debara jiyanê dixwe.

Ebdurehman Dexêfîç wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi tundî van sûcên derqanûnî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re ku parastina ewlehî û aramiya herêmên me dike, radigihînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O5jqhRBdOb0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

/ar/uploads/files/2021/06/16/180006_66ac0a1b-57e7-46b0-b44c-bb925bda17d1.webp