Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir

Li Reqayê bi sedan kes bi diruşma "Tev li cenga azadiyê" bibin, daketin qadan, sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da.

Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
Şêniyên Reqayê berxwedana gerîla silav kir
15 hezîran, 2021   15:49
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê meşiyan.

Meş ji pêşiya Nexweşxaneya El-Wetenî dest pê kir. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Ji dagirkeriya Tirk a li Sûriyê û Iraqê re na", "Tev li cenga azadiyê bibin" û "Bimre dîktatorê serdemê Erdogan" vekirin û bê navber diruşme yên silavkirina berxwedana gerîla û QSD'ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê û Iraqê berz kirin.

Meş li kolanên sereke geriya û li çerxerêya Seatê mîtîngeke hate lidarxistin.

Bi navê meclisên giştî yên Reqayê Xelîl El-Hemûd axivî, diyar kir ku Tirkiyê bi destwerdanên xwe yên li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê hewl dide dewleta Osmanî ya hilweşiyayî zindî bike.

Bi navê ciwanên şoreşger Îbrahîm Mihemed banga xwedîdkertina li berxwedana gerîlayan a li dijî dagirekriya Tirk kir û wiha got: "Tirkiyê hewl dide felsfeya rêber Abdullah Ocalan a ku rêya xelasiya gelên Rojhilata Navîn e tune bike"

Di çalakiyê de, endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn, berxwedana gelan silav kir. Her wiha destnîşan kir ku çarenûs û birîna gelên Sûriyê û Iraqê yek e.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wAIyh_8INVY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>