Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li serdozgeriya Komarê ya Borsayê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
15 hezîran, 2021   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberên rêber Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û ev axaftin jî nîvco ma bû. Ji hingî ve serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.

Parêzerên Abdulla Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.