NATO`yê li hemberî aloziyên mezin ên bi Rûsya û Çînê re Biden erkdar kir

Ne tesadûf e ku civîna NATO`yê beriya civîna di navbera Biden û Pûtîn de li dar ket ku tê payîn sibe li Cinevê li dar keve. Ji daxuyaniyên piştî civîna NATO`yê diyar dibe ku hewldan heye ku serokê Amerîkayê Joe Biden bibe berdevkê NATO`yê di civîna wî ya bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re.

NATO`yê li hemberî aloziyên mezin ên bi Rûsya û Çînê re Biden erkdar kir
15 hezîran, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Girêdayî heman mijarê de balyozê Frnasyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Philip Etienne got:" Hevdîtina Biden bi Pûtîn re bi rastî ji ya me baştir e."

ÇÎN Û RÛSYA NÎQAŞA BINGEHÎN E

Serokên dewletên NATO`yê di lûtkeya salane ya li Brukselê duh ragihand ku ew ji hêviyên eşkere yên Çînê û firehkirina Rûsyayê ya hêza xwe ya leşkerî metirsîdar in.

Serokan di encamnameya dawîn a civînê de gotin hêviyên eşkere yên Çînê û tevgrên wê li dijî pergala navneteweyî ne û gelek warên ku ji bo ewlehiya NATO`yê girîng in.

Her wiha diyar kirin ku ew ji firehkirina Rûsyayê ya hêza xwe leşkerî, tevgerên wê yên provokatîf bi taybet li nêzî sînorên NATO`yê bi fikar in.

Serokan hişyarî da ku madem Rûsya rêzê ji qanûnan navneteweyî re nagire û soz û berpirsyariyên navneteweyê pêk nayine ne pêkane rewş mîna berê vegere.

Sekreterê giştî yê NATO`yê  Jens Stoltenberg civîn bi kêliyeke girîng wesifand ku beşdarên wê hewl didin 4 salên bi nakok ên di dema Donald Trump de derbas bikin ku baweriya bi NATO`yê zaîf kir.

Sekreterê giştî ragihand ku biryarên dê îro werin girtin dê der barê hevgirtina hevalbendiyê peyameke girîng be. Her wiha destnîşan kir ku bergeriyên komî li gorî ajandeyên NATO`yê yên 2030`î werin xurtkirin.

CIVÎNA BIDEN-ERDOGAN Û PAŞGUHKIRINA NAKOKIYAN

Ji zimanê ku serokê AKP`ê axivî ye diyar bû ku ji Biden dixwaze ku behsa nakokiyên hundirîn ên li Tirkiye û şerên wê yên li derve çi li Sûriyê yan jî Lîbyayê yan jî Qerebaxê yan jî rojhilatê Deryayê Spî û heta li Keşmîrê, Yemenê, Lubnanê û kirîna pergala moşekan a Rûsyayê S-400 neke.

Di vê çarçoveyê de, Erdogan di  civînê de girêdayî lûtkeyê got tu pirsgirêk di navbera DYA û Tirkiye de tune ye ku çareser nebin. Erdogan civîn bi vekirî û encamdar wesifand û eşkere kir ku wî nêrînên xwe bi Biden re der barê gelek dozên herêmî û têkiliyên dualî de parve kirine.

Biden jî girêdayî mijarê duh duşemê ragihand ku civîna bi hempîşeyê xwe yê tirkî Recep Tayyîp Erdogan re erênî û berhemdar bû.

`NATO`YÊ LI HEMBERÎ ALOZIYÊN MEZIN ÊN BI RÛSYA Û ÇÎNÊ RE BIDEN ERKDAR KIR`

 

Ne tesadûf e ku civîna NATO`yê beriya civîna Biden û Pûtîn li dar ket ku tê payîn sibe li Cinevê li dar keve. Daxuyaniyên piştî civînê diyar dikin ku hewldanek heye ku serokê Amerîkayê Joe Biden bi navê NATO`yê di civîna li gel Pûtîn de biaxive.

HEVDÎTINA SEDSALÊ YA NAVBERA BIDEN Û PÛTIN

Li gorî malpera Axios ya amerîkî, Serokê Amerîkayê Biden bi gelek pisporê ji dervayî rêveberiya xwe, di nav de rayedarên berê yên dema Trump, rûnişt da ku amadekariyên hevdîtina bi Pûtin re bike.

Li gorî heman malperê, Biden dixwaze amadekariyên baş ji bo lûtkeya wî bi Pûtin re, bike. Pisporan ji Biden re ragihand ku divê civîneke çapemenî ya hevbeş bi Pûtin re lidar nexe an jî derfet nede ku danûstandinên taybet pêş bixe.

Tê payîn ku Biden bi Pûtin re, di 16`ê Hezîranê de li Cinêvê bicive.

Li gorî malpera Axios, derdora 10 pisporan di nav de du baylozên amerîkî yên di dema rêveberiya Obama de, bi Biden re rûniştin.

Têkildarî heman mijarê, kenala NBC News a amerîkî beriya lûtkeyê, bi Pûtin re hevdîtin çêkir beşek ji hevdîtinê weşand. Der barê pirsa kenalê ku Biden, Pûtin bi kujer bi nav kir, Pûtin keniya û wiha bersiv da:"Di dema erka xwe de, ez fêrî hemû  êrişan bi bin buhaneyên cûda de bûme. Gotina kujer, 'têgehî nêr e' tayber bi Hollywood. Ev xitab beşek ji siyaseta Amerîkayê ye ku gel wan xwezayî tê dîtin, lê li vir xwezayî nayê dîtin."

Piştî lûtkeyê, wê Biden civîneke çapemenî bi tena xwe li Cinêvê lidar bixe.

(şx)

ANHA