​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gefên Çînê û Rûsya li ser maseya lûtkeya NATO`yê ne

Rojnameyên erebî yên îro behsa lûtkeya NATO, rewşa Lîbyayê û nîqaşên Erebistana Siûdî – Îran, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gefên Çînê û Rûsya li ser maseya lûtkeya NATO`yê ne
15 hezîran, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

`LÛTKEYA NATO HIŞYARÎ JI BER GEFÊN ÇÎN LI DIJÎ SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ RE, DA`

Têkildarî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di lûtkeya G7 de, astengiyên Çînê û gefên Rûsyayê di destpêka nîqaşên lûtkeya rêveberên NATO`yê ku duh li Bruksel hate lidarxistin, bûn."

Rêveberan di daxuyaniya dawiya lûtkeyê de wiha hate gotin: "Xwestekên Çînê yên eşkere û rêbazê wê li dijî sîstema navneteweyî ne ku li ser ewlehiya NATO`yê gefan çêdike."

Her wiha rêveberan metirsiyên xwe ji ber xurtkirina hêza Rûsya ya leşkerî û çalakiyên wê yên sorkirinê, nexasim nêzî sînorê NATO`yê anîn ziman û hişyarî dan ku heta Rûsya rêzdariya xwe ji qanûna navneteweyî re eşkere nake û pêkanîn û berpirsiyariya xwe ya navneteweyî red dike, rewş dê venegere xwezaya xwe.

'TEVLÎHEVIYA LI LÎBYAYÊ JI BO ÇARESERIYÊN SIYASÎ GEF E'

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Şerê li bajarê El-Icêlat a Lîbyayê (80 km rojavayê Terablusê) bi çekên giran didome. Ev jî piştî ku çirûska yekemîn a şer roja Pênşema borî di navbera komên ku ji bajarê El-Zawiyê (50 km rojavayê Terablusê) û komên herêmî de derket.

Çavkaniyan ji rojnameya El-Beyan re diyar kir ku bajar bi temamî hatiye girtin. Çekdarên El-Zawiyê saziyên giştî ji wan navendên ewlehiya giştî xistin bin serweriya xwe de û saziyên taybet jî talan kirin û şewitandin. Her wiha hejmara kuştiyên her du aliyan gihîşt  10`an û birîndar jî rakirin nexweşxaneyên bajarên derdor.

`DIYALOGA DI NAVBERA EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎRANÊ DE VEGUHERÎ UMANÊ`

Têkildarî diyalogên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên umanî serdana Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan ji Umanê re bi daneyên girêdayî veguhestina diyalogê di navbera Riyad û Tehranê ji Bexdayê ber bi Mesqetê ve girêdan. Lê çavkaniyan pişterast kir ku veguherandina serdan û şandeyan derfetê dide Mesqet û Riyadê da ku têkiliyên nû ava bikin."

 (bx)