Xwendevanên ku tevlî ezmûnan dibin: Xewn û xeyalên me pêk hatin

Pêkanîna ezmûnên wekhev li herêma Cizîrê gaveke pîroz û dîrokî ye, xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûn, da zanîn ku ew gelekî kêfxweş û serbilind in ku ev çend sal in bi zimanê kurdî perwerdeya xwe dibînin û îro jî ezmûnên xwe pêk tînin.

Xwendevanên ku tevlî ezmûnan dibin: Xewn û xeyalên me pêk hatin
15 hezîran, 2021   05:41
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Bi salan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikumeta Şamê ve, ji mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî hatibû bêparhîştin.

Tevî ku gelê Kurd li Sûriyê pêkhateyeke herî mezin e, lê mixabin di materyal û sîstema dibistanên hikumeta Şamê de behsa dîroka Kurdan, çanda Kurdan û mafê Kurdan nedihate kirin û dest jê berde ku babetên bi zimanê Kurdî di dibistnan de hebin, heta axaftina bi zimanê Kurdî jî di dibistanan de qedexe dikirin.  

Bi destpêkirina Şorerşa 19`ê Tîrmehê re ku di 2011`an de dest pê kir, gelê Kurd di gelek aliyan de gavên pir mezin û girîng avêtin, yek ji wan gavan jî pergala perwerdeyê ango pergala xwendinê bû. Bi taybet di nava van salê ku şoreşê dest pê kiriye de xebata zimanê Kurdî bû mijareke bingehîn a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber vê yekê gelê Kurd li Efrîn, Kobanê, Cizîrê û Helebê ku beşeke mezin ji Kurdan li wir dijîn bi destpêkirina şoreşê re bi şêwazekî bêhempa zimanê Kurdî hempêz kir û xwedî lê derket.

Bi destpêkirina şoreşê re kesên ku di zimanê Kurdî de xwedî tecrûbe bûn û ziman dizanîn, dest bi perwerdekirina mamoste û ciwanan kir û di dibistanan de jî dest bi perwerdekirina zarok û xwendevanan kir. Bi şoreşê re pêl bi pêl li herêmên Rojava ziman bi pêş ket û êdî sal bi sal materyalên dibistanan bûn bi zimanê dayîkê, ango ji bo xwendevanên Kurd materyalên bi zimanê Kurdî û ji bo xwendevanên Ereb û Suriyanan jî materyalên bi zimanên Erebî û Suryanî hatin amadekirin.

Xwendevanên Efrîn û Kobanê beriya çend salan dest bi kirina ezmûnên refa 9 û 12`an kir û ên ku refa 12 bi serkeftî qedandin jî derbasî peymangeh û zanîngehên ku li Efrîn û Kobanê hatibûn vekirin, bûn, xwendevanên refa 9 û 12`an ên herêman Cizîrê jî îsal ango di sala xwendinê ya 2020 – 2021`an de dest bi kirina ezmûnên wekhev kirin. 

Têkildarî pergala dibistanan û guhartina tevahî materyalên bi zimanê dayîkê ji aliyê komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rêveberiya Xweser û çêkirina ezmûnên wekhev ji bo refên 9 û 12`an li herêma Cizîrê, lêkolîner û nivîskar Salihê Heydo ku di Zanîngeha Rojava de dersan dide, ji ajansa me re axivî.

Heydo diyar kir ku li cem wî û her kesekî Kurd û welatparêz ev gav gaveke pîroz e ku îro zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê fêrî xwendina xwe dibin û wiha got: "Bi taybet ji ber ku ev gav ji hêla Rêveberiya Xweser hatiye avêtin, girîng e.”

Salihê Heydo got: "Dema îro xwendekar ezmûnên xwe temam bikin û derbasî zanîngehê bibin wê xezîneya wan xurt be û xwendina wan serkeftî be, ji ber ku ew qas e sal wan bi kurdî xwendiye, êdî dîrok û erdnîgariya xwe dîtin.”

‘NIHA XWENDEKAR DI BIHUŞTA ZIMANÊ KURDÎ DE NE’

Têkildarî şensê xwendekarên ku bi materyalên Rêveberiya Xweser dixwînin, Heydo got: "Ew niha di bihuştekê de ne, navê wê jî bihuşta zimanê kurdî ye.”

Heydo wiha berdewam kir: "Di çaxa me de dema pirtûkeke bi kurdî dihat dîtin, em matmayî diman, me digot gelo qey pirtûkên kurdî hene. Lê niha bi saya Rêveberiya Xweser gelê Kurd bi pêş ketiye û xwedîderketina li ziman û çanda xwe karekî şaristanî ye.”

‘XEWNA ME PÊK HAT’

Xwendekarê refa 12’an Diyar Hisên got: "Em kêfxweş in ku em ezmûnên xwe cara yekemîn pêk tînin, gaveke gelekî pêşketî ye ji bo me.”

Hisên diyar kir ku ew wek kesekî Kurd xwendina bi zimanê xwe xewnek bû ji bo wan, lê îro ew gihaştin vê xewnê û hêviyên wan pêk hatine.

Li aliyekî din xwendekara refa 9`an a bi navê Sîdra Umer got: "Ez gelekî kêfxweş û serbilind im, ez kêfxweş im ku ev karta ezmûnan bi zimanê kurdî gihaştiye min, ez kêfxweş im ku navê min li ser vê kartê ye.”

Sîdra wiha lê zêde kir: “Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim, li ser pêşkêşkirina vê gavê ji bo me, em keda mamosteyên xwe ji bîr nakin, ji ber ku mamosteyên me gelek ked bi me re dîtine di vê demê de hetanî di navbera dibistanan de jî bi me re alîkar bûn.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pNxPepa7auo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>