Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata

Kesên ku ji êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifetê zirar dîtine, piştrast kir ku dewleta Tirk bi zanabûn sivîlan dike armanc, her wiha dayikeke ku hatiye koçberkirin got: “Ger em di malê de bûna, dê komkujî pêk bihata.”

Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
Şêniyên Til Rifetê: Ger em li mal bûna, dê komkujiyek pêk bihata
14 hezîran, 2021   10:47
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê duh gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi balafirên bêmirov û hewanan hate bombebarankirin û topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 12`ê Hezîranê ve, êrişên xwe yên li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî zêde kirine.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 11:30`an de bi balafirên bêmirov kolana sereke ya navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de gelek ziyanên madî gihîşt milkên sivîlan, piştî bi çend saetan jî navenda Til Rirfetê bi hewanan kir armanc.

Li navçeya Til Rifetê zêdetirî 22 hezar sivîl ji şêniyên wê û şêniyên ku ji Efrînê hatine koçberkirin, dijîn.  

Her dawî dagirkeriya Tirk bi rêya belavokan ku ji balafirên bêmirov berdabûn herêmê, gef li koçberên Efrînê xwaribûn ku navçeya Til Rifetê vala bikin û radestî komên çete bikin.

Der barê êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Til Rifetê de nêrînên kesên ku ji wan êrişan ziyan dîtine û çavdêriya êrişan kirine, hatin girtin.

Asya Şêxo ku mala wê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye armancgirtin, wiha got: “Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di saetên sibehê de li ser navçeya Til Rifetê geriyan, dema ku min dengê wê bihîst, min bi lez zarokên xwe yên biçûk ji bo parastinê birin nêzî mala me, piştî çend kêliyan mala me hate armancgirtin."

Asyayê got: "Baş bû ku me mal vala kir, ger me vala nekiriba dê komkujiyek pêk bihata."

Her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk ev zêdetirî 3 sal e ku navçeya Til Rifetê topbaran dike û jiyana sivîlan di xetereyê de ye, di encama van êrişan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin.  

Asya wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk bi darê zorê em ji warê me da koçberkirin, niha jî dixwaze me ji vir bide koçberkirin, lê em dest ji vir bernadin, em ê li ber xwe bidin heta ku em vedigerin Efrînê.”

‘EZ BI 10 METREYAN JI CIHÊ TOP LÊ KETÎ, DÛR BÛM’

Koçberê bi navê Ehmed El-Şerîf ê ji Ezazê ya dagirkirî ku bûye şahidê topbarana li ser Til Rifetê, got droneke dagirkeriya Tirk kolana sereke ya naverasta navçeya Til Rifetê ya tijî sivîl û koçber kir hedef.

El-Şerîf wiha domand: “Dronan saet di 11:30`an de maleke ku koçberên Efrînê tê de diman, kir hedef. Ez tenê 10 metreyan jê dûr bûm. Sûka Til Rifetê ya tijî şênî hat hedefgirtin ruxmî ku tu nuqteyeke leşkerî tê de tune bû. Ev delîl e ku dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef."

El-Şerîf diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tirs û xofê di nava şêniyan de belav bike û komkujiyên din pêk bîne û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya dron û topan malên sivîlan dike hedef.”

‘ARMANCA HEDEFGIRTINA SIVÎLAN, TUNEKIRINA KURDAN E’

Şêniyên bi navê Mihemed Ebdo piştrast kir ku hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan îsbat dike ku siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê bi bin ketine û got armanca wê ya sereke tunekirina Kurdan e.

Ebdo paşguhkirina rêxistinên navneteweyî û hiqûqî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, şermezar kir û bang kir ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin û wan ji Efrînê derxin.

Dagirkeriya Tirk rojane bi rêya dronan navçeya Til Rifetê dike hedef û topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker di 2`yê Kanûna 2019`an de komkujiyek li Til Rifetê pêk anî ku di encamê de 10 sivîl şehîd ketibûn, di nav de 8 zarokên ku temenên wan kêmî 15 saliyê hebûn.

(şx)

ANHA