Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5’emîn berdewam in

Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Herekol amadekariyên pêşangeha xwe ya 5`an dike. Îsal dê gelek weşanxane ji dewletên Ereban û ji her çar beşên Kurdistanê tev lê bibin.

Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5’emîn berdewam in
14 hezîran, 2021   07:07
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dê bi dirûşma “Pirtûk rehjena jiyanê ye” di 29`ê Tîrmehê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê were vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji salên borî firehtir tê organîzekirin. Li gorî çavdêrên pêşangehê gelek weşanxane ji gelek dewletên Ereban, ji her çar parçeyên Kurdistanê tev lê dibin. Di pêşangehê de dê semîner ji sala borî pirtir werin dayîn. Tê payîn pêşangeh 8 rojan bidome.

Amadekariyên vekirina pêşangehê bê navber didomin. Der barê mijarê de cîgira Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen got: “Ji demekê ve me dest bi amadekariyan kiriye. Me komîteya amadekar ava kir ku ji derdora mehekê ve têkilî bi weşanxaneyan re daniye û jê re vexwendnameyên tevlêbûna pêşangehê dişîne. Ji bo ku tev lê bibin jî ji wan re hêsaniyan pêşkêş dike. Her wiha hola pêşangehê jî li gorî weşanxaneyan tê amadekirin. Komîteya Amadekar dê hemeleya nasandina bi pêşangehê bi rêve bibe.”

Ronahî wiha domand: “Îsal wê tevlêbûn zêdetir be. Wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê, ji gelek beşên Kurdistanê û ji dewletên Ereb mîna Lubnan, Misir, Tûnis, Iraq û Îmaratê gelek weşanxane cih di pêşangehê de bigirin.”

Li gorî Ronahî heta niha 25 weşanxaneyên ji derveyî herêmê bi rêya wekîl, sazî û pirtûkxaneyan tev li pêşangehê dibin.

Ronahî destnîşan kir ku derî hîna li pêşiya weşanxaneyan vekiriye û wiha domand: “Desteyê roja 15`ê Hezîranê wek roja dawîn a pêşkêşkirina daxwaznameyên tevlêbûnê diyar kir.”

Têkidarî beşên nû di pêşangehê de Ronahî ragihand ku dê beşên mîna pirtûkên hiqûqî û pirtûkên xwendekarên zanîngeha Rojava hebin.

Girêdayî giliyên serdanvanên pêşangehê yên sala borî ku nirxên pirtûkan gelekî biha ne, Ronahî ev agahî parve kir: “Em dê hewl bidin nirxên pirtûkan kontrol bikin da ku serdanvanên pêşangehê karibin wan bikirin.”

Ronahî da xuyakirin ku ew hewl didin balê bikişînin ser girîngiya rola xwendinê.

Mîna sala borî desteyê di çarçoveya pêşîgirtina li vîrusa koronayê de gelek tedbîr girtine, têkildarî wê Ronahî got wan peywendî bi Desteya Tenduristiyê re danîne da ku tedbîrên guncaw bigirin.

Pêşangeh cara yekemîn di 20`ê Tîrmeha 2017`an de hate vekirin. Pêşangeh ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar şehîd Hisên Şawîş (Herekol) tê vekirin. Lê îsal ji ber cejna Qurbanê dê ne di heman dîrokê de were vekirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JzVZh5C-IDY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>