Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk gefan li dijî lihevkirina li Lîbyayê dixwe

Rojnameyên erebî yên îro behsa destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê û lûtkeya G7’an kir.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk gefan li dijî lihevkirina li Lîbyayê dixwe
14 hezîran, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ LIHEVKIRINA LI LÎBYAYÊ DERDIKEVE'

Têkildarî rewşa Lîbyayê û serdana şaneya dewleta Tirk, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji helwesta dewleta Tirk a li dijî fermandarê giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter, diyar dibe ku ew li dijî lihevkirina li Lîbyayê ye. Di encama vê helwestê de, dibe ku lihevkirinên giştî yên nîştimanî werin rawestandin.

Ev helwesta dewleta Tirk li ser zimanê wezîrê wê yê parastinê li Lîbyayê hat eşkerekirin, da ku alozî di navbera Hefter û serokê hikumetê Ebd Hemîd El-Debîba de kûrtir bike.”

‘G7’Ê VEGERA AMERÎKAYÊ PIŞTRAST KIR’

Têkildarî lûtkeya G7’an, rojnameya Şerq El-Ewset got: "Lûtkeya G7’an ku duh li Cornwall bi dawî bû, vegera rola Amerîkayê ya klasîk di qada navneteweyî de piştrast kir. Her wiha li dijî Rûsya û Çînê jî, eniyeke hevbeş ava kir.

Serokê Amerîkayê Biden di civîna çapemeniyê ya dawiya lûtkeyê de, diyar bû ku ew ji encamên vê civînê razî ye. Biden di gera xwe ya yekemîn de, behsa vegera DYA`yê li qada navneteweyî kir û li hemberî Moskov û Pekînê, hevalbenda Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Kanada xurttir kir.”