Hunermendên Kurd: Dewleta Tirk îro gerîla dike armanc û wê sibe PDK bike armanc

Hunermendan diyar kir ku ji PDK'ê dixwazin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr bibin xwedî helwest û ji bo yekitiya neteweyî gavan biavêjin û destnîşan kir ku divê tu hêzên Kurdan li rex dagirkeran cih negirin û got “Heke êriş bidomin em amade ne bibin mertalên zindî."

Hunermendên Kurd: Dewleta Tirk îro gerîla dike armanc û wê sibe PDK bike armanc
14 hezîran, 2021   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Hunermendên Kurd Hozan Şemdîn, Hozan Comerd û Nûarîn êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK'ê ya li hember êrişan nirxandin.

Hozan Şemdîn diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas û girîng re derbas dibe û wiha axivî: "Gelê Kurd bi bedeleke mezin hatiye van rojan. Îro hemû cîhan behsa têkoşeriya gelê Kurd dike. Dema qala têkoşîna Rojhilata Navîn û demokrasiyê tê kirin, tê dîtin ku Kurd çi qasî di nava siyasete de aktîf in. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de nêzî hev bibe, pirsgirêkên xwe yên navxweyî bide aliyekî."

'DIVÊ MESÛD BARZANÎ SOZA XWE BI CIH BÎNE'

Hozan Şemdîn ku got ew wek hunermend daxuyaniya Murat Karayilan a di bernamayeke Stêrk TV de girîng dibînin û wiha dewam kir: "Birêz Murat Karayilan diyar kir ku ew naxwaze Kurd şerê hev bikin. Rewşa şer dê zerarê bide tevahiya gelê Kurd. Gerîla ev zêdetirî 49 roj e li dijî tank, top, teknolojî û artêşa duyemîn a NATO'yê şer dike. Dewleta Tirk nikare gavekê jî bi pêş ve biçe. Birêz Karayilan bang li partî, demokrat, rewşenbîr û hunermendên herêmê bi taybetî PDK'ê kir. Heman daxuyanî ji Mesûd Barzanî hat ku gotibû heta ew sax be dê destûrê nede şerekî di navbera Kurdan de. Em wek rewşenbîr û hunermendên vî gelê hêvî dikin ku Mesûd Barzanî li pişt vê gotinê raweste û pêşmerge qadên gerîla yên vekişîne."

Hozan Şemdîn diyar kir ku di dema êrişa DAIŞ'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê de PKK û gerîla ji bo parastina herêmê bi sedan şehîd dan û got:  "Ya ku bertek nîşanî referanduma ku li Başûr da, dewleta Tirk bû. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk tankên xwe ve anîn Silopiyê û armanc kir ku hemû gelê Kurd biçewisîne. Di vê pêvajoyê de PKK ji bo parastina Kerkûkê çû. Banga me li hikumeta herêmê, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî ye; di vê pêvajoyê de çi şer an jî aloziyek di navbera Kurdan de pêk were, dê feydeyê bide dewleta Tirk. Dewleta Tirk nabe dostê gelê Kurd."

'EM Ê ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ BIDIN DESTPÊKIRIN'

Hozan Şemdîn diyar kir wek hunermend dê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî yê Kurdan bidomînin û wiha pê de çû: "Berê jî ji bo ku em vegerin ser xaka xwe em xebitîn. Di vê pêvajoyê de gelek hunermend dixwazin vegerin welatê xwe. Komek ji hunermend û rewşenbîran dê werin welatê xwe û ji bo ev şer rû nede dê çalakiya mertalên zindî bidin destpêkirin. Di rojeva me de ye ku bi partiyên li herêmê re hevdîtinan bikin.”

Hunermend Hozan Comerd jî bi bîr xist ku bi hezaran ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Rojhilata Navîn hatin şehîdxistin û got:  "Dewleta Tirk a dagirker di vê êrişên ku ji 23'yê Nîsanê ve daye destpêkirin, xweza û dîroka gelê Kurd tune dike. Di hemû komkujiyên li hemberî gelê Kurd ên li Rojhilata Navîn de rola dewleta Tirk heye."

'DIVÊ GELÊ KURD BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITE'

Hozan Comerd wiha dewam kir: “Divê rewşenbîrên gelê Kurd ji bo pêşî li rûdana vî şerî bigirin, bi rola xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê rabin. Wek rewşenbîr, di serî de divê em li dijî êrişên dagirkeriyê yên gelê Kurd bi ruhê seferberiyê li ber xwe bidin. Divê em PDK'ê îqna bikin ku nabe parçeyek ji vî şerî. Êdî dem ew dem e ku gelê Kurd destkeftiyên xwe zêdetir bike. Ji bo pêşî li mezinbûna gelê Kurd bê girtin, êrişên bi vî rengî ji aliyê dijmin ve tên kirin.”

Hozan Comerd; Enfal, Heleb, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Şêx Seîd û Qazî Mihemed bi bîr xistin û ev şîrove kir:  "Dijmin her cure êrişan li dijî me dike. Hewl dide bi hêzên xwe yên paramîlîter gelê me bixapîne. Divê em ji ber hemû tecrubeyan bi van lîstikan nexapin. Dewleta Tirk dixwaze îro li vê xakê li dijî gelê Kurd heman tiştên ku li gelê Ermenî kiriye, bike. Divê hunermend li dijî vê hewldana qirkirinê helwestê nîşan bidin. Em li ser vê yekê dixebitin. Em ê heyetan bişînin herêmê, em ê dîsa hevdîtinan bikin. Em pê dizanin ku di vî warî de divê em gavên pratîk biavêjin û em ê di rojên pêş de gavên şênber biavêjin."

'ÇIYAYÊN ME DI ŞERAN DE EM PARASTIN'

Li ser gotinên Mesrûr Barzanî jî Hozan Comerd got: "Çiyayên me di tevahiya dîrokê de em parastin. Heta niha jî gelê Kurd li wan çiyan her tim xwe li hemberî dijmin parastiye. Ew çiya ji bo hemû gelê Kurd in. Ez daxuyaniyên Mesrûr Barzanî û PDK'ê kurdî nahesibînim. Dibêjin PKK çi dike? Kî ne em, yên ku li van çiyayan şer dikin kî ne? Ew hemû zarokên gelê Kurd in. Yên ku li van çiyayan şer dikin nifşê nû yê gelê Kurd in. 3 nifş derbas bûn û berxwedana li van çiyayan dewam dike. Pêşmerge nirxekî din e, lê ewladên me yên ciwan li dijî dijmin li ber xwe didin, axa xwe diparêzin."

Hozan Comerd diyar kir ku hêzên Zêrevanî û Gulan ên li dijî gerîla bi kar anîn, ne pêşmergeyên rasteqîn in û wiha pê de çû: "Pêşmergeyên rastîn ew kes in ku çekê li dijî birayên xwe ranake. Ev hêzên ku niha di bin bandora dewleta Tirk de ne, bi destê komên ku xwe wek pêşmerge bi nav dikin bi taybetî tên bikaranîn. Gelê me di vê mijarê de hişyar e. Divê gelê Kurd bi hev re li dijî lîstikên bi vî rengî israr bike. Eger PDK di vê pêvajoyê de gavekê biavêje, dê gelê Kurd li tevahiya cîhanê bi ruhê yekitiyê li dijî dagirkeriyê rabe ser pêyan. Divê em vê baweriyê bidin gelê xwe."

 ‘GERÎLA JI BO PARASTINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI BER XWE DIDE'

Her wiha hunermend Nûarîn jî nerazîbûna xwe li hember pêşketinên li Başûrê Kurdistanê anî ser ziman û wiha axivî: "Ji ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk, hemû çav û guhê gelê me berê xwe da qadên gerîla. Li wan çiyayan Başûrê Kurdistanê gerîla ji bo parastina axa xwe berxwedaneke birûmet dimeşîne. Lê divê bi xemgînî were diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker destkeftî û sirûşta hemû Kurdistanê têk dibe.

Dewleta Tirk ji ber ku li pêşberî gerîla negihîşt armancên xwe, rêbazên xwe yên qirêjî dimeşîne. Em wek Kurd bi tiştên ku îro qewimîn, pir êşiyane. Îro hikumeta Başûr xizmeta dewleta Tirk û dijminên gelê Kurd dike. Dewleta Tirk xwedî polîtîkayeke welê ye ku Kurdan li hemberî hev bi kar bîne. Hêzên pêşmergeyên taybet ên PDK'ê bi bicihbûna xwe ya li nêzî qadên gerîla amadekariya şer dikin. Ev yek me hunermendan û gelê Kurd diêşîne."

Nûarîn destnîşan kir ku di pêvajoyeke wiha de ne li gorî berjewendiya gelê Kurd e ku bi dewleta Tirk re bixebitin û got: "Banga min li PDK, YNK û hemû saziyên li Başûre. Hêza ku di vê pêvajoyê de alîkariya dijmin kir, xiyanetê li destkeftiyên gelê Kurd dike. Her beşeke Kurdistanê ji bo me tevan e. Di navbera me de tu ferq tune ye. Gelê Kurd yek e. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê ew çend bi serbestî bilive."

'DEWLETA TIRK ÎRO DIXWAZE GERÎLA TÊK BIBE, DÊ SIBE JÎ BIXWAZE PDK'Ê TÊK BIBE'

Nûarîn diyar kir ku divê berxwedana PKK'ê ya li dijî dagirkirinê bê hembêzkirin û got:  "Dewleta Tirk a dagirker ku îro hewl dide gerîla tasfiye bike, dê sibê PDK'ê û hemû destkeftiyên Kurdan tesfiye bike. Dewleta Tirk niha hin hêzên taybet ên pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Tevî hemû teknolojiya ku li hemberî gerîla jî, dewleta Tirk hêzên taybet ên pêşmergeyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev yek ji bo gelê Kurd bêrûmetiyek e. Divê PDK di zûtirîn demê de hêzên pêşmerge yên ku şandine wê herêmê, vekişîne."

Nûarîn di dawiyê de diyar kir ku divê hemû Kurdên xwedî wijdan li hemberî tiştên ku qewimîne, bertek nîşan bidin û wiha lê zêde kir: "Hemû kesên ku destkeftiyên Kurdan biparêzin û yekitiya neteweyî ya Kurdan diparêzin, divê li dijî van êrişan bibin xwedî helwest. Ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd bixebitin. Nabe ku xizmetê ji dijminê xwe re bikin. Wek hunermend me gelek caran daxuyanî dan, lê belê ev yek têrê nake di vê pêvajoyê de û dê di rojên pêş de çalakiyên pratiktir pêk werin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YZDfxlCRbhk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>