Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe li dar dixe

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yekemîn civîna xwe ya 6 mehan li dar dixe.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser civîna xwe li dar dixe
13 hezîran, 2021   10:50
REQA

Bi amadebûna hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo, şêwirmenda Rêveberiya Xweser Emîna Oso, her wiha serok û endamên Meclisa Dadê, Meclisa Giştî û cîgirên wan, civîn li navenda Rêveberiya Xweser tê lidarxistin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Bêrîvan Xalid bendên ku divê werin nîqaşkirin, şîrove kirin.

Di civînê de dê rewşa siyasî, raporên salane yên hemû herêman ji hêla koordînasyonan ve, her wiha rewşa rêziknameya koordînasyonê werin nîqaşkirin.

Civîn dê ji çapemeniyê re girtî berdewam bike.

(dx)

ANHA