Di topbarana li ser Efrînê de bi dehan kuştî û birîndar hene

Duh navenda bajarê Efrînê bi dehan moşekan hate topbarankirin û di encamê de herî kêm 19 sivîl hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn

13 hezîran, 2021   11:52
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Duh di saetên êvarê de navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî û Nexweşxaneya Avrîn a berê ku artêşa Tirk û çeteyên wê navê wê kiriye ‘Şîfa’, hatin topbarankirin.

Li gorî agahiyên dawîn ku ji bajarê Efrînê hatine bidestxistin, di encama topbaranê de nêzî 19 sivîl hatine kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.

Piştî topbarana li ser Efrînê, artêşa Tirk a dagirker yên li herêmên dagirkirî, gundên navçeya Şêrawa û Şera, her wiha gundên kantona Şehbayê bi zêdetirî 300 moşekan topbaran kirin.

Gundên navçeya Şêrawa yên hatine topbarankirin ev in: Eqîbê, Bênê, Xirbekê, Ziyaretê, Dêr Cemal, derdora Kampa Veger û Keştehar.

Yên navçeya Şera jî ku hatin topbarankirin ev in: Merenaz, Malikiye, Elqîmê, Şewarxa, Minix û Bêlûniyê.

Li kantona Şehbayê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora mezintirîn baregehên hêzên Rûsyayê yên Ii gundê El-Wehşiye yê kantona Şehbayê û derdora navçeya Tir Rifet û gundê Eyn Deqnê û Dimûqa topbaran kirin.

ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ

Di encama topbarana dewleta Tirk a li ser gundên navborî de zarokê bi navê Îsa Mihemed Îsa yê ji gundê Eqîbê birîndar bû.

Dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê topbarana li ser navenda Efrîna dagirkirî û Nexweşxaneya Avrîn a berê, xistin stûyê QSD û HRE`yê.

DAXUYANIYÊN QSD’Ê

Gerînendeyê Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê Ferhad Şamî di daxuyaniyeke çapemenî de ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi topbaranê tune ye. Her wiha fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî mijarê got: “Tu têkiliyên hêzên me der barê êrişa Ii dijî nexweşxaneya Efrînê de tune ye. Em ji ber kesên bêguneh ku jiyana xwe ji dest daye, xemgîn in. Em êrişê şermezar dikin. Hedefgirtina nexweşxaneyan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Ajansa me navê hejmarek ji kesên hatine kuştin û yên birîndar bûne bi dest xist û ew jî ev in: Zelûx Henan Mihemed (85) ji bajarê Efrînê ye, Zeyneb Şêx Daûd (21) ji Efrînê ye,  Yûsif Qilîç Qoşo (2 sal) ji Efrînê ye, Emîn Qoşo (55) ji Efrînê ye, Mihemed Ûsama Memdûh (32) ji parêzgeha Humisê ye, Dana El-Menfûx li Efrînê hatiye bicihkirin, Xeys Ebas (23) li Efrînê hatiye bicihkirin, Semîra El-Sofî (41) ji Xûta Şamê ye, Mehmûd Deyas (35) ji parêzgeha Humsê ye, Fedil Hec Îbrahîm li Efrînê hatiye bicihkirin, Leys El-Hemûdî li Efrînê hatiye bicihkirin, Leyan Mustefa El-Emêrî li Efrînê hatiye bicihkirin, Lana Mustefa El-Emêrî li Efrînê hatiye bicihkirin, Enwer Ehmed Dahir û Macid Kibêş li Efrînê hatine bicihkirin.

(bx)

ANHA