Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî nirxandina rewşa siyasî û rewşa jinan û pêşniyarên ji bo dayîna rêziknameyê bi dawî bû.

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
13 hezîran, 2021   15:52
REQA

Civîna 6 mehan a Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li bajarê Reqayê bi beşdarbûna nûnerên jin ên desteyên jinan ên tevahî herêmên rêveberiyê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/06/13/144311_ryma-brkat.bmp

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî û bernameya civînê dewam kir. Hevseroka Desteya Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Berekat rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe nirxand.

Rîma Berekat got: "Di çarçoveya nakokiyên navneteweyî ji bo desteserkirina deskeftiyên gelan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de, Rûsya, Qeter û Tirkiyê di maha Adara îsal de civînek li dar xistin. Ji bûyerên ku îsal rû dane, dewleta Tirk di gaveke xeter de êrişên xwe yên li derdora Eyn Îsa û Til Temirê zêde kirin, ev êriş bi hevkariya Rûsya û desteka Qeterê têne kirin. "

Rîma diyar kir ku şoreşên Buhara Erebî encamên hêrsa gel ji rêveberiya dûrî demokrasî û azadiyê û ye û tunebûna sîstemên demokratîk hişt ku şoreşger têk biçin, di encam de rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ'ê û komên dîtir derketin ku bi destek û fenanseyên Tirkiyê û Qeterê tev digerin.

/ar/uploads/files/2021/06/13/144220_almstsharh-fy-alidarh-althatyh-amynh-awsw.webp

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Oso jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêya M4 dagir bike  û got, ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk dijberiya tevahî gelan dike û armanca wê ya yekane dagirkirin û têkbirina pirengiya gel û pêkhateyan e. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navneteweyî Tirkiyê  teşwîq dike da ku van sûcan pêk bîne.

Piştî nirxandinan, raporên koordînasyonên jinan ên tevahî herêman hatin xwendin, ku tê de behsa rewşa jinên Sûriyê, astengiyên li pêşiya wan derdikevin û qanûnên ne adil ku ji bo wan hatine dayîn tê kirin.  Her wiha bal hate kişandin ser rewşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hate gotin, herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî herêmên din di pêkanîna wekheviyê û pêşxistina jinan de modeleke pêşeng e.

Her wiha hate diyarkirin ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin ji ber ku jin di avakirina civakê de serkêşiyê dike, xwe bi rêxistin û pewerde kirin, têkoşîna wan bi sedhezaran mirov şiyar kir.

Beşdaran rapor nirxandin, behsa rewşa jinan di sala 2021'an de, xeterî û pirsigêrkên ku pê re rû bi rû dimînin kirin.

/ar/uploads/files/2021/06/13/144252_brwyn-ywsf.webp

Têkildarî rêziknameya koordînasyonê, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, Perwîn Yûsif ji ANHA'yê re axivî û got:"Civîna îro bi beşdarbûna koordînasyonên tevahî herêman hate lidarxistin da ku rêzikname were dayîn. Di rûniştinan de hemû bend hatin xwendin û nêrîn, nirxandin û nîqaşên beşdaran hatin guhdarkirin û wekî pêşniyar hatin qeydkirin. Her wiha komîteyek ji nûnerên her herêmekê hate avakirin, erka vê komîteyê rêziknameyê di ber çavan re derbas bike. Piştre di civîneke din de dê were pejirandin."

ANHA