Şêniyên Şehbayê li dijî xiyanet û dagirkeriyê dimeşin

Bi hezaran şêniyên herêma Şehbayê tev l Meşa Rûmetê ya li dijî xiyanet û dagirkeriyê dibin.

Şêniyên Şehbayê li dijî xiyanet û dagirkeriyê dimeşin
13 hezîran, 2021   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên Şehbayê bi slogana "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanet Meşa Rûmetê" daketin qadan û yek denga dawîbûna hevkariya PDK di êrişên dewleta Tirk ser gerîlayên azadiyê berz kirin. 

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 vê mehê ve meşa "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanet Meşa Rûmetê" li Qamişlo li ser asta herêma Cizîrê li dar ket, îro li herêma Kobanê û Şehbaye berdewam dike.

Bi hezaran xelkên Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe re yek dengî banga têkoşîna li dijî xiyanet û dagirkeriyê dikin.

Piştî Meşa Rûmetê ya ku di nîvê rojê de li herêma Firatê hatibû lidarxistin, di saet 18.00`an de li herêma Şehba bi tevlîbûna şêniyên navçeyên Til Rifat, navçeyên Şera û Şerawa yên girêdayî Efrînê hat eli darxistin.

Piştî meşê mîtînga ku dest pê kir dewam dike.

ANHA