Saziya Olî  li dijî êrişên dagirkirinê banga yekitiyê neteweyî kir

Saziya Olî ya Herêma Firatê bi daxuyanyiekê êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga yekitiyê li hêzên kurdî kir.

Saziya Olî  li dijî êrişên dagirkirinê banga yekitiyê neteweyî kir
13 hezîran, 2021   13:56
KOBANÊ

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan oldar li pêşiya avahiya  Saziya Olî ya li bajarê Kobanê hate xwendin.

Daxuyanî ji hêla Hevseroka Saziya Olî ya Kobanê  Leyla Îsmaîl ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Em endamên Saziya Olî ya Kobanê - Herêma Firatê kiryarên neyîn û zilmane ku li Başûrê Kurdistanê têne kirin, helwesta hin partiyên siyasî û kesayetên ne welatparêz ên li dijî birayên me yên kurdî yên ku banga mafên xwe yên rewa dikin şermezar dikin. Her wiha kiryarên wêrankirina, talankirina axê, koçberkirin, êriş, girtinên derqanûnên yên li dijî mîsaqên Neteweyên Yekbûyî û biryarên Koalsyona Navneteweyî şermezar dikin."

Em banga yekitiya rêzan û dûrketina ji ferq û cûdahiyan dikin ku tu fêde nake, da ku li hember gefên dijmin  hêz û îsrara xwe zêde bikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u3onmmXijkk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>