​​​​​​​Artêşa dagirker careke din Til Rifetê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran dikin. Ji ber topbaranê ziyan gihiştin milkên sivîlan.

​​​​​​​Artêşa dagirker careke din Til Rifetê topbaran dike
13 hezîran, 2021   13:15
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa dagirker vê sibehê jî bi balafireke bê mirov navçe bomebebaran kir.

Ji ber topbaranê ziyan gihiştin milkên sivîlan.

Topbaran heta vê kêliyê didome.

ANHA