Artêşa Tirk agir berda erdên çandiniyê yên Girkê Legê

Artêşa Tirk a dagirker agir berda erdên çandiniyê yên yên şêniyên gundên Aliya yên bakurê navçeya Girkê Legê, her wiha gule li keriyên pez barandin.

Artêşa Tirk agir berda erdên çandiniyê yên Girkê Legê
13 hezîran, 2021   09:47
QAMIŞlO

Artêşa Tirk a dagirker agir berda erdên çandiniyê yên yên şêniyên gundê Delavê Kera yê bi sînorê bakurê navçeya Girkê Legê re.

Erdên ku agir pê ketiye, erdên çandî ne û piştî çinînê jî şênî pezên xwe li nava pirêzeyna diçêrînin.

Şêniyên gund diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker agir berda erdên çandî, di encamê de derdora 10 donim erdên ku genim lê hatiye çandin, hate şewitandin.

Her wiha dagirkeriya Tirk gule li keriyên pez barandin û di encamê de 4 mih hatin kuştin.

Şêniyan bi alîkariya erebiyên agirkuj yên şaredariya Girkê Legê agir vemirandin.