Artêşa Tirk navenda navçeya Til Rifetê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, navenda navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehbayê, topbaran dike.

Artêşa Tirk navenda navçeya Til Rifetê topbaran dike
13 hezîran, 2021   09:17
ŞEHBA

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê, îro careke din kantona Şehbayê daye ber topban. Di vê çarçoveyê de, hêzên dagirker navenda navçeya Til Rifetê topbaran dike.

Di topbarana ku heta niha dewam dike de, zirar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 16 hezar koçberên Efrînê di navenda navçeya Til Rifetê de, dimînin.

Topbaran dewam dike.

ANHA