Misir: Divê Tirkiye dûrî hewldanên bêistîqrarkirina Misirê bikeve

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şûkrî diyar kir ku pêşveçûna têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de bi şertê ku Tirkiyê dûrî hewldanên bê istiqrara Misirê, bikeve.

Misir: Divê Tirkiye dûrî hewldanên bêistîqrarkirina Misirê bikeve
13 hezîran, 2021   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şûkrî eşkere kir ku Qahîra bi hin siyasetên ku xizmeta aramiya herêmê nakin, bi andeya dewleta Tirk re rû bi rû ye.

Şûkrî diyar kir ku pejirandina Tirkiyê ji hin daxwazên Misrê re dê zehmetiyan ji holê rake.

Şûkrî piştrast kir ku divê dewleta Tirk dûrî hewldanên bê istiqrara Misirê ya hundirîn û derve bibe.

(dx)