SZK`ê piştgirî da kampanya zimanê kurdî ya li Bakur

Hevseroka SZK`ê kampanyaya îmzeyan a ku bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê li Bakurê Kurdistanê, wek gaveke pîroz û girîng nirxand. Her wiha piştgiriya xwe ji kampanyê re eşkere kir.

SZK`ê piştgirî da kampanya zimanê kurdî ya li Bakur
13 hezîran, 2021   06:26
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 21`ê Sibata 2021`an de, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, bi rêya civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Kampanya bi navê "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê" dest pê kir. Çalakî û mîtîngên ku bi rêya vê kampanyê tên lidarxistin, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve tên astengkirin.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Cûdî têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di vê qonaxê de li Bakurê Kurdistanê her tişt bi kurdî qedexe ye û got: "Destpêkirina kampanyaya bi vê armancê pir girîng e.”

Viyan Cûdî da zanîn ku ew wek SZK kampanyaya "Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê" wek gaveke pîroz dinirxînin û wiha lê zêde kir: "Em bi dilê xwe bi vê pêngavê re ne, çi derfet ji destê me bê em amade ne. Em ê heta dawiyê piştgiriya vê kampanyayê bikin."

Viyan da xuyakirin ku divê ew kampanya di nava endamên dezgeh û saziyên ziman de nemîne, pêwîstiya tevlêbûna gel jî heye û got: "Divê gelê Kurd xetereya li ser zimanê me bizane.”

Li Bakurê Kurdistanê piştî sala 2016`an derdora 40 saziyên zimanê kurdî û weşanxaneyên kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin.

Viyan destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê dibe ku hin qanûnên dewleta Tirk hebin ji bo zimanê kurdî, lê li ser erdê her tişt bi kurdî qedexe ye.

Viyan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk di belgeyên xwe yên fermî de dibêje me zanîngehên xwe yên kurdî vekirine, lê haya Kurdan jê heye ku di zanîngehê de di salê de tenê kesek tê erkdarkirin ku mamostetiya kurdî bike. Derfetê nadin ku Kurd bi zimanê xwe bixwînin.”

Viyan da zanîn ku serkeftina vê kampanyayê ji bo mirovahî û cîhanê dê nirxeke pir mezin be û wiha got: "Bi dehan salan e gelê ku bi zordestiyê re rû bi rû ye, ew ê ji nû ve bê vejandin."

Hevseroka SZK`ê Viyan Cûdî bang li hemû Kurdan û bi taybet gelê Bakurê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên dewleta Tirk rabin ser pêyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6vB581jSHpw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>