`Erka me ya sereke parastina destkeftiyên şoreşê ye`

Jinên ji Reqa û Minbicê diyar kir ku armanca ji kiryarên derxistina provakasyonan, dengê gel û jinan bisekinin û şoreşê têk bibin. Jinan gotin, erka wan a sereke prastina destkeftiyên şoreşê ye.

`Erka me ya sereke parastina destkeftiyên şoreşê ye`
13 hezîran, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke mezin pêk anî û vîna xwe ya berdewamkirina rêya têkoşîn û berxwedanê ya li dijî hemû sîstemên desthilat û terorîst ên di pêvajoya deh salên aloziya Sûriyê de nîşan dan.

Hêzên dijberî azadiyê, bi lîstokan hewl didin fitneyê di navbera gel de, bi taybet li herêmên ku piraniya niştecihên wan Ereb in de derxînin, gefan li destkeftiyên Rêveberiya Xweser dixwin ku bi saya projeya neteweya demokratîk pêk hatiye û rêxistinbûyîna jinan derbe dikin.

Endama Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Omer destnîşan kir ku hewldanên derxistina provaksyonan beriya demekê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, armanc jê qutkirina dengê gel û jinan e, her wiha têkbirina şoreşê ye.

Îlham Omer ev li gotina xwe zêde kir: "Erkên me yên sereke; parastina şoreşê û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdên me hatine bidestxistin bikin, li hemberî her cûre şer, qirkirin û asîmîlasyon ku bingeha modernîteya kapîtalîst e, rêxistina xwe xurtir bikin û li hemberî hemû her kesên ku têkoşîna jinan asteng bikin, berxwedanê xurt bikin."

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Cîhan Xidiro axivî û got:"Keda jinan zanîn belav kir, hişt ku jin di nava saziyên Rêveberiya Xweser de mafên xwe bixwazin, ji komînan bigire û heta bi beşdariya ji qadên siyasî re, di heman demê de tevgera jinan ji jinên sûrî re û bingeha ku li ser têkoşîn hate avakirin, xurtir kir."

Cîhan Xidiro diyar kir ku bi piştgiriya jinên Ereb, Suryan, Asûr û Tirkumen jin di qadên berxwedanê de bûn pêşeng û got:" Jinan li dijî rêxistinên terorîst gelek serkeftin qezenc kirin, ji wan şehîd Hevrîn Xelef, Seida El-Hermas , Zahra Berkel û Nadiya Xeşan in û bi hevgirtina refên xwe hişt ku Tirkiyê li herêmên me jinan bike cihê gefxwarinê.

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro di dawiya axaftina xwe de got, ew ê têkoşîna avakirina civakeke demokratîk ku bi karînin jinan bawer e, berdewam bikin.

ꞌHÊZÊN DIJBER HEWL DIDIN PÊKHATEYAN DÛRÎ HEV BIXINꞌ

Jina ciwan a bi navê Nesrîn El-Elî a ji bajarê Minbicê got: "Ji ber komên terorîst gel êş kişand, nexasim dema ku hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin ku paşê bi berxwedana şervanên QSD û YPG û YPJ`ê hatin rizgarkirin."

Nesrîn El-Elî ev xal rêz kirin: "Piştî rizgarkirinê desteyên rêveberiyên xweser hatin avakirin û bajaran li ser bingeha projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan hate birêvebirin, li aliyekî din jî jinan xwe bi rêxistin kir û di tevahiya qadên civakî, aborî, leşkerî û siyasî de hebûna xwe isbat kir."

Têkildarî provakasyonên ku beriya çend rojan li Minbicê qewimîn Nesrîn ev derbirî: "Ev kiryar ji aliyê kesên lawaz ve pêk hat, da ku ewlehî û aramiya hundirê bajêr têk bibin û pêkhateyan dûrî hev bixin, ev ji bo êrişên ku her ji demekê ve ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî wê pêk tên, jî derbasdar e, lê belê planên wan bi saya zanebûna gelê me û rêxistinbûyîna wan di çarçoveya Rêveberiya Xweser de têkçûn."

Welatiya bi navê Fadiya Resûl axivî û da zanîn ku dewletên herêmî, di serî de dewleta Tirk li herêmên rizgarkirî bi hemû rêbazan bi şerê derûnî û fîzîkî, kiryarên xirab kirin.

Fadiya Resûl îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk rewş guhert, nexasim rewşa jinan, ji ber ku bi saya wan îro jin di hemû qadan de û cihên biryardariyê de nêrîna xwe parve dike.

Fadiya Resûl di dawiyê de got ew wekî jinên Minbicê tu carî xwe radestî dijminan û êrişên ku ji aliyê hêzên dijbertiya welatên wan dikin pêk tên, nakin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Me1AfgfjusA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>