​​​​​​​Di topbarana li ser Efrînê de kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin ku di topbarana li ser navenda bajarê Efrînê de 7 kes hatin kuştin û14 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li ser Efrînê de kuştî û birîndar hene
12 hezîran, 2021   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera nûçeyan a Efrînê Post, bi moşekan derdora bajarokên Nubul û Zehra yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de êriş pêk hatin, her wiha top li navenda bajarê Efrînê jî ketin.

Hate ragihandin ku top li rêya otostrada rojava û derdora avahiya hêzên Komandos a Tirkiyê (Dibistana Feysel Qedûr ya berê), rêya Siyase û Nexweşxaneya Avrîn, her wiha rêya Efrîn-Maratî ketin.

Li gorî agahiyên destpêkê di van topbaranan de 7 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene. Hate gotin ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Navenda Lihevanînê ya Rûsya diyar kir ku ne hêzên hikumeta Şamê bajarê Efrînê topbaran kirine.

ANHA