Ebdulkerîm Omer: PDK'ê pêşwaziya qatilên gelê me dike û nûnerên me digire

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku desthilata PDK'ê nûnerên "Îtîlafa Sûriyê" ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e pêşwazî dike û nûnerên Rêveberiya Xweser digire.

Ebdulkerîm Omer: PDK'ê pêşwaziya qatilên gelê me dike û nûnerên me digire
13 hezîran, 2021   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

10'ê Hezîranê, hemwextî meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê ku şêniyên herêma Cizîrê li dar xisitibûn, desthilata PDK'ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkrîm Omer got: "Gelê Kurd di deh salên dawî de roleke gelekî mezin di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê de lîst, em û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarî Rêveberiya Xweser ava bikin."

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke nû ye, têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan de xurt kir, hemû ol parastin û girîngî da rola jinan û got, ev serkeftin ên tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd bi giştî ye.

Omer da zanîn ku ew bi hêvî bûn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê destek daba Rêveberiya Xweser û got: "Di demeke wisa hestiyar de ku dewleta Tirk êriş gelê Kurd û destkeftiyên wê dike, ji dagirkirina bajarê Efrînê dest pê bike, heta Girê Spî û Serêkaniyê, guhertina demografîk ku pêk tîne, heta êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê me hêvî dikir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê destek dabaya Rêveberiya Xweser ."

Ebdulkerîm Omer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û got, ev êriş ên dagirkirinê ne û ne operasyonên leşkerî ne.

Omer diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ku dibêje ev operasyon li dijî PKK'ê ne derew in û wiha dom da axaftina xwe: "Tirkiyê ji destpêka Peymana Lozanê ya sala 1923'yan ve gelê Kurd dike hedef. Rejîma Tirkiyê rejîmeke faşîst e û xwe li ser tunekirina kurdan ava dike."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji hikumeta Bexdayê zêdetir li dijî refrandoma Başûrê Kurdistanê derket ku sala 2017'an hatibû ragihand û destnîşan kir ku serokê AKP'ê wê demê daxuyaniyên ne layîq li dijî Mesûd Barzanî ku wê demê serokê herêma Başûrê Kurdistanê bû dan. Omer bi domdarî got: "Tişta ku dixwazim bêjim ew e ku Erdogan tevahî destkeftiyên kurdan dike armanc. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd di vê pêvajoya hestiyar de yekitiya xwe ava bike."

Omer anî ziman ku destkeftiyên ku li Başûrê hatine bidestxistin destkeftiyên dîrokî ji bo tevahî gelê Kurd e û wiha axivî: "Heger dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê bi ser bikeve dê xeteriyeke mezin li ser gelemperiya Başûrê çêbibe."

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku pêwîst e hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê di aliyê siyasî û têkiliyên doplomatîk ên navneteweyî de bi Rêveberiya Xweser re hevkar be, her wiha ji bo serxistina diyalogên kurdî-kurdî jî pê re hevkar be û ev tişt got:"Lê mixabin, nûnerên me û nûnerên PYD'ê têne girtin, tevî ku nûnerên me bi awayekî rewa li Başûrê Kurdistanê ne û tu kiryarên derqanûnî nekirine."

'HEBÛN Û MAYÎNA ME WÊ BI HEV RE BE'

Omer bang li hêzên siyasî û civaka sivîl û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK'ê bikin da ku nûnerên wan berdin û wiha pê de çû: "Hikumeta herêma Kurdistanê hikumeteke rewa ye û di qada navneteweyî de îtîraf pê tê kirin. Ji ber vê yekê divê li her çar parçeyên Kurdistanê destekê bide kurdan. Divê hikumeta herêma Kurdistanê, bi taybet PDK'ê baş bizanibe ku çarenûsa me yek e û hebûn û tunebûna me wê bi hev re be." 

Omer her wiha got: " Nesir El-Herîrî û nûnerên Îtîlafa Sûriyê ku sîwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e rojane sûcên hovane li dijî  şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin û hincetan ji dagirkirina Tirk ali van herêman derdixînin, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve wekî mêvanên ezîz tê pêşwazîkirin, lê nûnerên me têne girtin. Ev cihê mixabiniyê ye, gelê Kurd van kirinan qebûl nake."

Şandeyek ji Îtîlafa Sûriyê bi serkêşiya Nesir El-Herîrî di Adara borî de serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi Mesûd Barzanî re civiya. Gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev serdana şermezar kir û bi "Xiyanet" bi nav kir.

Li ser vê yekê Ebdulkerîm Omer wiha got, niha derfeteke dîrokî li cem Kurdan heye, ji ber ku roleke sereke di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê de lîstin. Her wiha rola gerîlayên HPG'ê di tunekirina DAIŞ'ê li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê de bi bîr xist û diyar kir ku Mesûd Barzanî serdana van hêzan kir û li ser keda ku dane spasiya HPG'ê kir.''

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku heta niha aqûbeta nûnerên xwe û nûnerên PYD'ê yên ku di 10'ê Hezîranê de ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, nizanin.

ANHA