Xerîb Hiso hişyarî da: Şerê birakujiyê ji êrişên Tirkiyê xetertir e

Xerîb Hiso diyar kir ku şerê birakujiyê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker xetertir e û bang li PDK'ê kir ku li kêleka dijmin nesekine.

Xerîb Hiso hişyarî da: Şerê birakujiyê ji êrişên Tirkiyê xetertir e
12 hezîran, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – MISTEFA ELO

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê duh di daxuyaniyekê de bang  ku divê her kes xeteriya heyî a li ser Kurdan bibîne û têkevin tevgerê ku PDK`ê nekeve nava şerê li dijî Kurdan.

Li ser banga KCK'ê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso bi rêya telefonê ji ANHA'yê re axivî.

Xerîb Hiso got: "Em Tevgera Civaka Demokratîk ji nêzî ve rewşê dişopînin, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirin û têkbirina vîna kurdan de xeteriyeke mezin heye."

Hiso anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û nirx û destkeftiyên Kurdan têk bibe.

Xerîb Hiso bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên derxisitna şerê navxweyî di navbera hêzên kurdî de û destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide partiyên kurdî tev li êrişên xwe bike.

Hiso got: "Şerê navxweyî ji êrişên Tirkiyê xetertir e û dijmin hewl dide vê siyasetê bide meşandin."

Hiso di berdewama axaftinên xwe de îşaret bi derbeyên giran ku dagirkeriya dewleta Tirk dixwe û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li hemberî gerîlayan derbên giran dixwe û bi bin dikeve, ji ber vê yekê hewl dide zexta li ser xwe sivik bike û binkeftinên xwe veşêre. Ji ber vê yekê ji xwe re li şirîkan digire. Şirîk ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Beşdarbûna Partiya Demokratîk a Kurdistanê xeteriyeke mezin e û xizmeta Kurd û Kurdistanê nake."

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso bang li hêz û partiyên kurdî û rêxistinên civaka sivîl ên  parçeyên Kurdistanê, bi taybet ên Başûrê Kurdistanê kir ku zexteke mezin li PDK'ê bikin da ku dev ji hevkariya xwe ya di êrişên dagirkeriya Tirk de berde û got: "Divê PDK'ê ne lê kêleka dijmin be û ji bo yekitiya kurdî amade be."

ANHA