Rojnameyên erebî: Hemas dosyaya avakirina Xezayê asteng dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa dan û standinên Filistînê, hevdîtina di navbera serokê Misirê û yê Erebistana Siûdî de, her wiha dosyaya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Hemas dosyaya avakirina Xezayê asteng dike
12 hezîran, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

'HESABÊN HEMASÊ HEWLDANÊN MISIRÊ ASTENG DIKIN'

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Misir hewl dide destkeftiya dîplomatîk ku meha borî ji bo şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de bisekinîne, bi dest bixe. Vê yekê jî bi rêya destpêkirina werşeyên ji nû ve avakirina Xezayê pêk tîne, lê ev xebat bi hesabên tevgera Hemasê li hev dikeve."

Misir hewl dide Hemasê ku ji 2007`an ve Xezayê xistiye bin serweriya xwe îqna bike ku hikumeta Filistînê dosyaya ji nû ve avakirina Xezayê bişopîne û lezê bide avakirina hikumeta yekitiya nîştimanî, nexasim di çarçoveya hebûna helwestên di navbera Îsraîl û Amerîkayê de ku red dike Hemas wê rolê nelîze.

Tevgera Hemas hewl dide itîrafa navneteweyî, nexasim a Amerîkayê bistîne. Ji ber wê jî dixwaze dosyaya avakirinê bişopîne û red dike ku hikumeta Filistînê di vê dosyayê de rolê bilîze.”

'EL-SÎSÎ Û MÎRÊ EREBISTANA SIÛDÎ LI ŞERM EL-ŞÊX CIVIYAN'

Têkildarî hevdîtina di navbera serokê Misirê û mîrê Erebistana Siûdî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî û cîgirê serokwezîrê meclisa wezîran û wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî duh li Herem El-Şêx civiyan.

Di hevdîtinê de El-Sîsî kêfxweşiya xwe eşkere kir û li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Ez îro bi hevdîtina birayê xwe Mihemed Bin Selman kêfxweş bûm. Di hevdîtinê de me şêwazên pêşxistina têkiliyên hevbeş di navbera her du welatên me de nîqaş kirin. Nêrînên me der barê dozên herêmî û navneteweyî de hevbeş bûn. Ez serbilindahiya xwe bi têkiliyên balkêş ên di navbera Misir û Erebistana Siûdî de li ser asta fermî û gel, piştrast dikim."

'LÎBYA… PLANEKE ÎXWANÎ DA KU ÇARESERIYA AŞTIYÊ TÊK BIÇE'

Girêdayî dosyaya Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Di encama şer de ku di navbera komên li rojavayî Lîbyayê de derket, 7 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar çêbûn.

Li gorî çavdêran ku şerê di navbera komên li rojavayê Lîbyayê de dibe ku di dema pêş de berfireh bibe da ku ji nû ve kaxezan tevlihev bike û bihêle hikumeta yekitiya nîştîmanî ji aliyê hêzên îslamî yên siyasî ve ku dixwazin nexşerêya taybet a çareseriya aştiyane ku encama komxebata siyasî bû, binpê bike.”

(bx)