‛Civak bi xwendinê bi pêş dikeve, ji lew re divê bixwîne’

Rêveberiya Xweser derfetên xwendinê ji bo civakê bi gelek cureyan peyda dike, lê hîn jî asta xwendinê ne guncaw e. Her wiha hin xwendevanan banga xwendinê kir û got "Bi xwendinê keysayet û civak bi pêş dikevin."

‛Civak bi xwendinê bi pêş dikeve, ji lew re divê bixwîne’
‛Civak bi xwendinê bi pêş dikeve, ji lew re divê bixwîne’
‛Civak bi xwendinê bi pêş dikeve, ji lew re divê bixwîne’
‛Civak bi xwendinê bi pêş dikeve, ji lew re divê bixwîne’
12 hezîran, 2021   07:50
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Bikaranîna zêde ya medyaya dîjîtal dibe sedema dûrketina ji xwendina pirtûkan û dibe sedem ku civak ji hêla xwendinê ve qels bimîne.

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser ji bo teşwîqkirina çanda xwendinê di nava civakê de dest bi komkirina pirtûkan û peydakirina hemû derfetên xwendinê kir.

Her ku dem derbas dibe Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser xebatên xwe yên ji bo pêşxistina asta xwendinê li herêmê zêde dike. Heta niha li herêmên Rêveberiya Xweser 16 pirtûkanxane û 3 weşanxane hatine vekirin.

Di 2017`an de yekemîn car Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çandê ve hat vekirin û her sal tê lidarxistin.

Pirtûkxaneya Mihemed Menle Xizeyil jî ji sala 2018`an ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê hat vekirin.

Pirtûkxaneya Amara yekemîn pirtûkxane li herêma Cizîrê ye ku di sala 2018`an de ji aliyê Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê ve hatiye vekirin.

Di her du pirtûkxaneyan de gelek cureyên pirtûkan hene û piraniya wan bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, tirkî û farisî ne.

Ji bo zarokan jî Desteya Çandê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê par (2020) pêşbirka bi zimanên kurdî û erebî ya bi navê `Nivîskarên Pêşerojê` da destpêkirin.

ASTA XWENDINÊ

Endama rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal asta xwendinê ji me re nirxand û diyar kir ku hejmara kesên serdana pirtûkxaneyê dikin pir in, lê ew kes di demeke kurt de ji xwendinê aciz dibin û bi derdora xwe re xwe mijûl dikin û wiha got: "Lê rewşenbîr li vir dicivin û nîqaşan li ser pirtûkan dikin.”

Tevî hebûna derfetên xwendinê û pirbûna pirtûk, baxçe û weşanxaneyan jî asta xwendinê li cem civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê negihaştiye asteke berbiçav. Sedemeke vê jî şerê taybet e ku li ser civakê tê meşandin.

Dilvîn Tobal da xuyakirin ku ji hemû temenan kes serdana wan dikin û wiha dewam kir: "Dema me nû pirtûkxane vekir hejmara kesên ku serdan dikir, pir kêm bû, lê niha di rojê de hejmara wan digihêje 50 kesî. Her wiha hejmara jinên ciwan ji ya xortan zêdetir e.”

Dilvîn Tobal da zanîn ku hejmara zilamên temenmezin ji hejmara jinên temenmezin zêdetir e û wiha dom kir: “Divê jinên temenmezin derkevin û derdora xwe nas bikin, em bang li wan dikin ku bixwînin da ku bi pêş bikevin."

‘PIRTÛK KESAYETA MIROV AVA DIKE’

Endama rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal got: “Ev bû 4 sal ez di nava pirtûkan de me, destpêkê ez ne di vê astê de bûm. Bi xwendinê kesayeta mirov ava dibe û bi rastî mirov bi pêş dikeve.”

Dilvîn Tobal destnîşan kir ku divê her kes bizivire jiyana civakî û xwendinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje kesên ku bixwînin dikarin xwe bigihînin asta xwenaskirinê."

`TENÊ KAXEZEK JÎ MIROV BER BI GUHERTINÊ VE DIBE’

Li aliyekî din xwendevana zanîngehê a bi navê Arya Yûsif a ji bajarê Hesekê ku tê li pirtûkxaneya Amarayê dixwîne, da zanîn ku ew di mehê de 5 pirtûkan dixwîne. Arya Yûsif diyar kir ku ew ji 14 saliya xwe ve pirtûkan dixwîne û ev yek di kesayeta wê de gelek guhartinan çêdike.

Arya Yûsif da xuyakirin ku ji ber mijûlkirina civakê bi bernameyên înternetê pirtûkan kêm dixwînin û wiha got: "Ez ji wan re dibêjim bila her roj tenê kaxezekê bixwînin wê çaxê wê guhertinê di xwe de bibînin.”

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MQ7yK_Dwedk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>