Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê geşedanên li herêmê nîqaş kirin

Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê di civîna xwe ya asayî de geşedanên li herêmê û astengiyên ku herêm pê re rû bi rû maye, li gel alozbûna rewşa Sûriyê ya ji ber nakokiyên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin, nemaze girtina dergeha Til Koçerê û birîna ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve.

Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê geşedanên li herêmê nîqaş kirin
11 hezîran, 2021   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) destnîşan kir ku duh civîna Meclisa Serokatiyê ya asayî hatiye lidarxistin û tê de geşedanên li Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya wê bi rêya yekkirina hêzên opozîsyonê yên demokratîk û sekna li hemberî pergala zordestiyê û pêkanîna hêviyên gelên Sûriyê nîqaş kirine.

Li gorî MSD`ê piraniya endamên Meclisa Serokatiyê anku nûnerên partiyan û hêzên siyasî, civakî, kesayetên serbixwe yên tev li MSD`ê bûne yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li herêmên din ên Sûriyê beşdarî civînê bûn. Her wiha endamên meclisê yên li derve bi rêya bernameya Zoom tev li civînê bûn. Civîn li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê hat lidarxistin.

Di civînê de hevseroka MSD`ê Emîne Umer axivî û behsa geşedanên siyasî yên li qada Sûriyê, gera çareseriyê û astengiyên li pêşiya çareserkirina aloziya li welêt kir.

Endamên Meclisa Serokatiyê li hev kir ku hikumeta Şamê bêyî ku dan û standinanê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) re bike û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya hejmara 2254`an di ber çavan re derbas bike, tev geriyaye û hilbijartinên serokatiyê li dar xistine.

`NAKOKIYÊN HERÊMÎ Û PÊŞBIRKA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÇARESERIYA SIYASÎ DÛR DIXIN’

Beşdarên civînê diyar kir ku gelek sedem hene ku rê nadin çareseriya siyasî li Sûriyê pêk were. Di nav de berdewama hevrikiya navneteweyî ya ji bo diyarkirina pêşeroja Sûriyê û nakokiya aliyên herêmî yên ku li gorî berjewendiyên hêzên ku mudaxeleya Sûriyê dikin vebijêrka leşkerî ferz dikin, ji ber vê yekê tu alî ne amade ne ku ji bo çareserkirina vê aloziyê gavên cidî biavêje. Beşdaran piştrast kir ku li gel van hemûyan di asoyan de tu hêviyên pêkhatina çareseriyê tune ne û ji ber wê alozî berdewam e.

Endamên Meclisa Serokatiyê destnîşan kir ku ew ji ber rewşa li welêt gelek xemgîn in ku aliyên herêmî yên nakok û heta yên herêmî û navneteweyî azarên gelê Sûriyê paşguh dikin ku tenê ew berdêla paşdeçûna aborî didin.

‘GIRTINA DERGEHAN Û BIRÎNA AVA FIRATÊ LI HERÊMÊ KARESATEK ÇÊKIR’

Girtina dergeha El-Yerûbiyê ya bi sînorê Iraqê re û bêparhiştina zêdetirî 5 milyon sûriyan ji alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî, her wiha birîna ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir û bi xwe re karesateke rastîn anî.

Li aliyekî din azarên bi hezaran koçber û penaberên sûrî yên li dewletên cîran zêde dibin ku di şert û mercên jiyanî û civakî yên dijwar de ne û hêviya wan a vegerê kêm dibe. Li rex wê jî beşeke mezin ji wan ji aliyên dewletên cîran ve wek çete tên bikaranîn. Beşeke din ji bo sepandina projeyên guhertina demografîk tên bikaranîn û li şûna şêniyên resen li bajar û bajarokên bi sedan kîlometreyan ji warên wan ên resen dûr tên bicihkirin. Mîna li Efrîn û Serêkaniyê rû dide.

Her wiha beşdaran têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li dijî terorê silav kir.

Meclisa Serokatiyê hewldanên MSD`ê yên bi gelek aliyên çalak re nîqaş kirin ku armanc dikin hêzên opozîsyona demokratîk bikin yek. Her wiha ji nêz ve hevbendiya  bi hêz û kesayetên cuda yên sûrî re dişopînin da ku bi hev re aloziyê bi dawî bikin.

Meclisa Serokatiyê bang li xurtkirina nirxên jiyana hevbeş, têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir da ku rê li pêşiya hewldanên derxistina fitneyan bê girtin. Di wê çarçoveyê de ji bo xurtkirina rihê hevkariyê û pêşxistina rewşa aborî ya şêniyan însiyatîfan pêşkêş bike.

Di dawiya civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş kar û xebatên Rêveberiya Xweser û budçeya wê û projeyên ku dê di dema bê de pêk bînin, eşkere kirin.

(şx)

ANHA