Şandeya KNK bi nûnerên PYD’ê re civiya

Şandeya KNK’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên PYD’ê yên li Başûrê Kurdistanê re civiya. Di civînê de rewşa Kurdistanê bi giştî û giringiya yekrêziya neteweyî hatin nîqaşkirin.

Şandeya KNK bi nûnerên PYD’ê re civiya
9 hezîran, 2021   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê didomin. Şandeyê di saetên êvarê de serdana Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Silêmaniyê kir.

Di civînê de li ser rewşa her çar parçên Kurdistanê, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê axivîn. Her wiha diyar kirin ku divê pirsgirêk û nakokiyên nava aliyên Kurdî de bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Her wiha her du alî hemfikir bûn ku metirsî li ser Kurdistanê heye û ji bo parastina destkeftiyan jî pêwîstî bi yekrêzî û diyaloga di navbera aliyên Kurdî de heye.