Jinên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist

Jinên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist, tê de li ser xebatên ku hatine kirin nîqaş kirin.

Jinên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Jinên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Jinên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
9 hezîran, 2021   14:58
KOBANÊ

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê bi beşdariya piranî jinên di saziyên sivîl de dixebitin, hin kesayetên ji partiyên siyasî û hin endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/06/09/142818_rwzyn-mhmd.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre rapora nîvê salê ya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hat xwendin. Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel rapor bi zimanê kurdî û cîgirê wê Rozîn Mihemed bi zimanê erebî xwend.

Di raporê de behsa rewşa siyasî, hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bi rêya ajanên xwe, hewldana wê ya dagirkirina herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê hat kirin.

Her wiha di raporê de hat gotin ku hikumeta Şamê dev ji zihniyeta xwe ya kevn bernedaye, di siyaseta çareserkirina leşkerî de berdewam e, hewl dide ewlehî û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya belavkirina broşoran li ser pêkahateyên herêmê û provekasyonê derbe bike.

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser di parastina yekitiya pêkhateyên herêmê, civandina gel li dora xwe, rêzgirtina li hember xwestekên şêniyan û dabînkirina pêdiviyên wan de, roleke girîng lîst.

NÊRÎN BEŞDARAN Û ENCAMÊN CIVÎNÊ

/ar/uploads/files/2021/06/09/142843_fryaz-brkl.webp

Di civînê de beşdaran behsa rewşa herêmê kir, bi taybet rewşa saziyên li herêmên Rêveberiya Xweser, şerê taybet ê li dijî herêmê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, makanîzmeya sekna li hemberî wê, temamkirina kêmasiyên di saziyan de.

Der barê civînê de Serokê Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel wiha got: "Armanc ji vê civînê ew e ku em ê çawa li hember kêmasiyan bisekinin û sererast bikin. Ji ber makanîzmeya sekna li ser çewtiyan, çareya yekane a derbaskirinê ye."

Firyaz Berkel wiha domand: "Divê her jinek bixebite da ku destkeftiyên şoreşa Rojava temam bike, derkevin ronahiyê û bendan bişikînin. Divê her jinek di karê xwe xwe wefedar be, da ku bigihîne armancên xwe."

Civîn bi hîn pêşniyaran bi dawî bû, jê jî bernameya dayîna semînerên rêveberinê û îdolojî li tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, piştevaniya projeyên xizmetguzarî ya jinan û vekirina projeyên aborî ku tê de gelek jin bixebitin.

(fr)

ANHA