Saziyên civaka sivîl: Dewleta Tirk dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî derxe

Saziyên civaka sivîl yên kantona Kobanê daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û wargeha Mexmûrê şermezar kir û diyar  kir ku dewleta Tirk dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî derxe.

Saziyên civaka sivîl: Dewleta Tirk dixwaze di nav Kurdan de şerê navxweyî derxe
9 hezîran, 2021   12:09
 KOBANÊ

Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hate xwendin. Bi dehan hiqûqnas, endezyar û mamoste tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Cîhan Misto ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em topbarana hêzên dewleta Tirk a li ser herêmên sivîl û kampa koçberan a Mexmûrê şermezar dikin. Topbaran binpêkirina serweriya Iraqê ye û hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk wargeha Mexmûrê ku sivîl tê de dijîn, topbaran kir, her wiha balafirên şer jî bi awayekî hovane herêma Metîna roja şemiyê bombebaran kir û di encama wê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze şer di navbera gelê Kurd de derxe û hin aliyên kurdî bigire gel xwe.

Em bang li tevahî gelê herêmê Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê dikin ku li pey provokasyonan neçin û li hember plan û komployên ku ji aliyê dijminên azadiyê ve têne kirin û dixwazin provokasyonan di navbera aliyên kurdî de derxin, hişyar bin. Armanca wan ew e ku maf, destkeftî û rûmeta gelê Kurd binpê bikin û şerê navxweyî di navbera Kurdan de derxin. Ev yek ji armancên sereke yê dewleta Tirk e.

Em pişterast dikin ku destekdayîna ji hêzên demokratîk re têrê dike ku faşîst û hemû komplo û planên wan têk biçin. Ev kirin û sûc, gelek caran ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine dubarekirin. Baregehên wan di hundirê xaka Iraqê de bêyî tu hincetên qanûnî hene. Gotinên dewleta Tirk li ser parastina ewlehiya neteweya wê û ewlehiya sînorê wê da ku êrişên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û avakirina bi dehan baregehên leşkerî û îstixbaratê di hundirê xaka herêma Başûrê Kurdistanê de di ser tu kesî re derbas nabe. Ev hemû jî di bin navê şerê PKK`ê de têne kirin.

Berdewama binpêkirin, tecawizkirin û kiryarên dewleta Tirk binpêkirineke ber bi çav ji serweriiya Iraqê û qanûnên navneteweyî re. Divê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li hember binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmên sivîlan û kampên koçberan ji bêdengiya xwe derkeve û li ser topbarana dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bersiva wê bide.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve. Divê erka xwe ya nîştimanî, mirovî, exlaqî û parastina ewlehî û sînorê xwe pêk bîne. Divê giliyê dewleta Tirk li gel Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vU7vTv1_iwo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>