Komîteya amadekar banga tevlêbûna meşa rûmetê kir

Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê diyar kir ku armanca meşê; şikandina dagirkerî, îxanetî û bêdengiya cîhanê li ser êrişên dewleta Tirk a qirker e. Her wiha bang li gelên herêma Cizîrê kir ku tev li meşê bibin.

Komîteya amadekar banga tevlêbûna meşa rûmetê kir
9 hezîran, 2021   05:45
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Ji bo şermezarkirina êrişan gelê Rojavayê Kurdistanê li ser piyan e.

Bi insiyatîfa gelê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dê di 10`ê Hezîranê de bi slogana "Li dijî dagirkerî û bêbextiyê meşa rûmetê" meşeke bi heybet bê li darxistin. Wê meş di saet 17:00`an de li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Endama Komîteya Amdekar a Meşa Rûmetê Perwîn Yûsif armanca lidarxistina meşê ji ANHA'yê re eşkere kir. Perwîn Yûsif got: "Meşa me li hemberî bêbextiya ku niha li Başûrê Kurdistanê tê kirin e, her wiha li hemberî bêdengiya cîhanê ya der bare êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de ye."

Perwîn got: "Ji bo vê yekê ji me tê xwestin wekî gel em rabin vê bêdengiyê bidin şikandin, em hemû jî tev li meşê bibin da ku em bikaribin bi awayekî birêxistinkirî qêrîna xwe bighêjînin tevahî cîhanê."

Perwîn diyar kir ku dê meşa rûmetê di heman demê de ji bo şermezarkirina îxaneta PDK`ê ya li hemberî PKK`ê ye û wiha got: "Îro hêzên PDK`ê dixwaze careke din destekê bide dewleta Tirk a dagirker, di heman demê de dewleta Tirk hawara xwe gihandiye pêşmergeyan û bi rêya pêşmergeyan dixwaze kurdan ber bi şerekî birakujiyê ve bikişîne."

Perwîn Yûsif da xuyakirin ku di vê qonaxê de êrişên hovane û metirsiyên mezin li ser Başûrê Kurdistanê hene ku îro bi dehan baregehên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Başûr hatine avakirin.

Perwîn da zanîn ku destkeftiyên gelê Kurd di nava xeteriyê de ne û got, weke erkekî neteweyî divê hemû gelê Kurd dakevin qadan û vê dagirkeriyê şermezar bikin.

Perwîn li ser hurgiliyên tevlîbûna şêniyên herêma Cizîrê ji meşa rûmetê re wiha got: "Ji Dêrikê hetanî bi bajarê Hesekê heta bi Mergeda û Şedadê dê hemû bi hev re tev li meşa rûmetê bibin. Dê şêniyên beşadar nameya xwe bi yek dengî li dijî dagirkeriyê, îxanet û bêdengiya cîhanê li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk bide nîşandan. Her wiha dê berxwedana gerîlayan jî silav bikin."

Perwîn wiha eşkere kir: "Di meşê de em ê banga avakirina yekitiya neteweyî bikin."

Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Perwîn Yûsif bang li hemû şêniyên herêma Cizîrê kir ku tev li çalakiya 10`ê Hezîranê bibin û di meşê de helwest û qîrîna xwe nîşanî cîhanê bikin.

Perwîn diyar kir ku meş bi insiyatîfa gel e, dê saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser tev lê bibin, her wiha wê Rêveberiya Xweser û gelê herêma Cizîr bi rêya nameyan helwesta xwe diyar bikin.

Tê payîn ku wê bi dehhezaran şêniyên herêma Cizîrê beşdarî meşê bibin û ji çerxerêya Osman Sebrî heta stada 12`ê Adarê bimeşin, piştre dê meş veguhere mitîngekê.

ANHA