Şêx Baqî bang li PDK`ê kir: Dijmin te ji bo planên xwe yên demkî bi kar tîne

Sekretêrê giştî yê P.D.K.S’ê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dawiya hevkarên dagirkeriyê nêz e û got "Heke PDK xetereya heyî nebîne, dê dawiya wê were. Tu (PDK) nikarî hêzê ji dijmin bigirî, tu nikarî bi dijmin re bibî dost, dê dijmin te ji bo planên xwe bi awayekî demkî bi kar bîne."

Şêx Baqî bang li PDK`ê kir: Dijmin te ji bo planên xwe yên demkî bi kar tîne
9 hezîran, 2021   06:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cemal Şêx Baqî, PDK'ê ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, bi tundî rexne kir.

Şêx Baqî ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Sal li pey salê PDK’ê stûyê xwe xistiye nava pencên dewleta Tirk a dagirker û niha gihaştiye qonaxekê ku êdî nikare gotina na ji dagirkeriya Tirk re bike. Ji ber ku heke te stûyê xwe bixe nava destên dijminê xwe, dê planên wê her tim qirkirina te bin."

‛HEKE PDK LI HEMBER DAGIRKERIYÊ BISEKINE, DÊ GELÊ KURD PIŞTGIRIYA WÊ BIKE’

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku heke PDK’ê bêje na ji dewleta Tirk a dagirker re, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê amade ye piştevaniya wê bike û wiha xîtabî PDK’ê kir: "Qehreman be û ji kesên ku dixwazin destkeftiyên Kurdan derbe bikin re, bêje na. Wê demê dê tevahî gelê Kurd piştevaniya te bike û tu bi tenê namînî û ji xwe bawer be dê 50 milyon kurdên li Kurdistanê piştgiriya te bikin."

Şêx Baqî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker niha plana qirkirina Kurdan dike û êrişî navenda hêza Kurd a bi nûnertiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, lê heke Tevgera Rizgariya Kurdistanê tesfiye bibe, wê demê tu girîngî ji hêzên dîtir re namîne.

Şêx Baqî diyar kir ku gelê Kurd xeterî û armancên dewleta Tirk a dagirker baş dizane û bang li PDK’ê kir êrişên dewleta Tirk rewa neke û wiha domand: "Hûn çiqas hewl bidin êrişan bi rêya hin kirêdaran rewa bikin, hûn nikarin gelê Kurd ê ku dijmin û dost ji hev derdixe, bixapînin, kesek jî nikare niha mejiyê kurd bikire. Gelê ku ji bo doza xwe tê dikoşe û têkoşîna ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ji 40 salî ve baş dizane. Ji ber ku ew tevger ji bo çareserkirina doza Kurd li Kurdistan û cîhanê tê dikoşe."

Şêx Baqî anî ziman ku PDK’ê dikare li hember dewleta Tirk a dagirker eniyekê veke, lê nikare nêrîna xwe li ser gelê Kurd ferz bike û wiha gotina xwe berdewam kir: "Bihêle gelê Başûrê Kurdistanê nêrîna xwe ya dijberî dewleta Tirk a dagirker nîşan bide, çima tu hewl didî nêrîna gelê Başûrê Kurdistanê ya azad biçewisînî? Çima tu hewl didî gel bixapînî?"

‘ENIYEKÊ VENEKE, LÊ DESTEKÊ NEDE PROJEYÊN DAGIRKIRINÊ’

Şêx Baqî bang li PDK’ê kir ku planên dewleta Tirk ên dagirkirinê rewa neke û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em ji PDK’ê re dibêjin ku eniyekê veneke, lê piştevaniya projeyên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker jî neke, li pêş wan nemeşe, êriş û sûcên wê rewa neke."

Şêx Baqî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e û ji 10 salan ve êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike û PDK’ê piştevaniya wê dike.

Şêx Baqî destnîşan kir ku zêdetirî 10 caran rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û hêzên Kurd bang li PDK’ê kir ku ji vê siyasetê bi dûr keve û hêzên Kurd ber bi şerê birakujiyê ve nebe û wiha pê de çû: "PKK’ê û HPG’ê teqez kir ku li dijî şerê birakujiyê ne û nekevin xefka wan lîstokan."

Têkildarî şerê birakujî û navxweyî ya li Kurdistanê ku armanca wê ya sereke qirkirina Kurd e, Cemal Şêx Baqî bang li PDK’ê kir û wiha got: "Çima tu naxwazî vê rastiyê binasî?Çima tu tênagihijî ku gelê Kurd vê siyaseta te qebûl nake? Heke te îro bi deweleta Tirk xwe parast, dê piştre gelê Kurd te têk bibe. Ji ber ku niha gelê Kurd û gelê li Başûrê Kurdistanê jî helwesta dijberî siyasetên PDK’ê ragihandiye."

Şêx Baqî eşkere kir ku PDK’ê dikare li hember dewleta Tirk bisekine û wiha axivî: "Ji ber ku sekna PDK’ê li hember dagirkeriyê li ser asta navnetweyî rewabûneke zêditir ji ya li hember rejîma Sedam Hisên a berê, dide. Ji ber di dema serhildana li dijî Sedam Hisên de, civaka navneteweyî bi nêrîna ku ew serhildaneke girêdayî karên hundirîn e dinêrî. Ji lew re hin dewletan helwestên xwe girêdayê wê yekê nîşan nedan. Lê heke PDK’ê li hember dagirkeriya Tirk sekinî, dê tevahî dewlet piştevaniya wê û berxwedana wê bikin, ew jî ne tenê li ser asta leşkerî, dê li ser astên dîplomasî û siyasî be jî. Lê heke piştevaniya dagirkeriyê kir, kesek jî piştevaniya wê neke."

Girêdayî idîayên PDK’ê ku lihevkirineke iraqî- tirki li ser derbasbûna li kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê heye, Şêx Baqî got: "Ew idîa derew in, planeke serdegirtinê ye. Ev peyman nahêle ku artêşa Tirk derbasî kûrahiya Başûrê Kurdistanê ya nêzî 50 kîlometre bibe, dagir bike, baregehên xwe yên leşkerî û îstîxbaratî lê ava bike û gefan li ser jiyana sivîlan naxwe."

‛PKK LI GORÎ PEYMANA SÊALÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Der heqê idîayên PDK’ê yên nerewabûna hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê de, Şêx Baqî wiha got: "Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanî Mihemed Hacî Mehmûd di dezgeheke çapemeniyê ya PDK’ê de bi bîr xistibû ku hebûna PKK’ê li Qendîlê di çarçoveya peymana sêalî ya di navbera PKK, PDK û YNK’ê de ye. Van partiyan piştî şerê destpêka salên 90’ê, li hev kir û qebûl kir ku PKK’ê li Qendîl û derdora wê be. Gelo çima vê yekê ji gel re vedişêrin? Divê PDK’ê texmîn neke ku gel di demeke dirêj de bixapîne. Rojane mijar eşkere dibin û di encamê de gelê Kurd ne girêdayî aliyekî ye. Rast e gelê Kurd li hember rêveberên xwe rêzdar e. Lê di radeya yekemîn de ew bi neteweya Kurd ve girêdayî ye û xwe nafiroşe tu aliyekî."

‛PDK’Ê BI SAYA BERXWEDANA PKK’Ê HEYE’

Şêx Baqî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber dijberiya PDK’ê ya li hember PKK’ê ew qebûl kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê û berxwedana wê bûya, Erdogan nikarî têkilî bi PDK’ê re daniya û hezkirina xwe jê re eşkere bikira, lê belê dewleta Tirk wê ji roja destpêkê ve ew tune bikira."

Şêx Baqî xîtabî PDK’ê kir û wiha got: "Ma gelo hûn ên ku ji 70 salî ve siyasetê dikin, çima we siyaseta dewleta Tirk û stratejiya wê fêm nekiriye? Gelo PKK’ê li Lîbya yan jî Azerbeycanê heye ku zihniyeta mêtinger a Tirk wan herêman milkê xwe dibîne. Ne li çiyayên Qendîl an jî herêmên ku PDK’ê wê kontrol dike, lê belê Erdogan û dewleta Tirk hewl didin serweriya li ser Kerkûk û Mûsilê bike. Ya ku li hember van berjewendiyan derdikeve, Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye û ew dixwazin vê tevgerê ji pêş xwe rakin. Heke hêza Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune be, wê demê rê li pêş Erdogan û dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên mêtingeriyê vekiriye."

Şêx Baqî da zanîn ku heke dewleta Tirk Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bir û tevgera Kurd ji hev bixe wê demê dewleta Tirk dê wê jî (PDK) têk bibe.

Li ser beşdariya yekser û eşkere ya PDK’ê di planên qirkirinê yên bi serkêşiya dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd de, Şêx Baqî wiha gotina xwe berdewam kir: "Mixabin, me texmîn kir ku PDK’ê li gorî kolana Kurdistanê tev bigere û beşdarî planên Tirkiyê nabe û dê çareyekê ji bo vegerandina ji vê pêngavê bibîne. Lê mixabin aliyên ku di PDK’ê de hevkariyê bi dagirkeriyê re dikin ên bi hêz in, lê ev yek dê xerabiyê bi xwe re bîne. Lê divê PDK’ê texmîn neke ku gelê Kurd bi vê yekê razî bibe. Tevgera Rizgariya Kurdistanê nûneriya jiyana gel û hebûna wî bi tevahî dike û ev gel qebûl nake were qirkirin. Lê li gorî baweriya min, divê PDK’ê li hesabên xwe baş vegere û divê zirara mezin a ku bigihîne wê heke li ser vê yekê meşî, baş bizane."

Şêx Baqî hişyar kir ku dawiya hevkarên bi dagirkeriyê re nêz e û got: "Heke PDK’ê xeteriya heyî hîs neke dê dawiya wê were. Tu (PDK) nikare hêzê ji dijmin bigire, tu nikarî ji dijmin re bibî dost, dê dijmin te ji bo planên xwe bi awayekî demkî bi kar bînî. Lê mixabin PDK’ê xwe xistiye pence dagirkeriyê. Ez texmîn dikim ku dê PDK’ê beşdarî planên dagirkeriyê bibe, heta ku Erdogan li ser desthilatê ye. Lê bi nêrîneke berfireh, gelo pêkan e ku cîhan li hember siyasetên Erdogan bê deng û nerm be, divê PDK’ê bi vê yekê bifikire. Ka em li rewşa Tirkiyê ya hundirîn, têkiliyên wê li herêmê û siyasetên wê yên navneteweyî binêrin, em ê bibînin ku dewleta Tirk di qeyranekê re derbas dibe û dê ev qeyran jî bandorê li PDK’ê bikin. Dema tu ji xwe re axayekî çêkî, wê demê dê hêz û lawaziya te jî bi wî axayî ve girêdayî bin."

'BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEZIN DIBE'

Şêx Baqî bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê û wiha axivî: "Hikumeta Iraqê pir lawaz e û di nava aloziyê de ye, nikare li hemberî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê helwesteke cidî bigire, ne jî dikare helwesteke devkî bide, lê li ser erdê hikumeteke pûç e. Li Başûrê Kurdistanî jî hikumeta Partiya Demorkat a Kurdistanê heye ku desteka xwe ji Tirkiyê digire û li ser Başûrê Kurdistanê xetere ye."

Baqî tercîh kir ku di demeke nêzîk de helwestên xurt li dijî dagirkeriyê derkevin û ev tişt got: "Vîna gel helwesta me xurt dike. Li Başûrê Kurdistanê bi hin dengan dest pê kir, bi demê re dê ev deng helwesta PDK'ê eşkere bike. Çima em helwesta gel li dijî dagirkeriyê dibînin û helwesta hin aliyên Kurdistanî nabînin? Ji ber ku ew alî li beramberî hin kursiyan di parlamantoyê de yan jî erkên di hikumetê de an jî destekda aborî ku jê PDK'ê digirin û hwd dengê xwe nakin. Di dawiyê de ev alî li beramberî hin mijaran li ser welatparêziya xwe bazarê nakin, dê neçar bimînin ku li ser mijara girêdayî Kurdistanê dengê xwe bilind bikin."

Şêx Baqî diyar kir ku dê berxwedana li dijî dagirkeriyê geştir bibe û wiha domand: "Ez bawer dikim ku helwestên li dijî dagirkeriyê dê xurtir bibin û hin aliyên ku cesaret nedikirin ku dengê xwe bikin wê de pêşerojê de helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê diyar bikin. Di têkoşîna gelan de ev qanûn dîrokî ne. Dibe ku tu heta demekê gel bixapîne, lê tu nikarê vê yekê bidomîne. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku heger PDK'ê li ser heman rêya bimeşe wê li aliyekî bimîne."

Cemal Şêx Baqî bang li kurdan kir ku bi lez li hemberî dagirkerî û hevkarên wê helwesteke xurtir nîşan bibe û got: "Gelê Kurd xwedî rêgez e, şerê navxweyî qebûl nake û di dawiyê de dê dengê xwe bilind bike. Divê em dereng nemînin, ji ber ku derengmayîn barê me girantir dike. Divê gelê Kurd bi dengekî bilind bêje na ji şerê navxweyî re."

Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de wiha xîtabî PDK'ê kir:"Şerm e ku tu bi hinceta ku Tirkiyê herêmê dagir dike û hebûna biratiyê te yê Kurd dike hincet, birayê xwe yê kurd bikuje. Divê gelê Kurd bêje na ji dagirkeriyê re û na ji şerê birakujiyê re."

(fr-bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yAW-hC96CMk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>