'Hin aliyên veşartî hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin'

Fatma Hesîno diyar kir ku hin aliyên veşartî hene provokasyon û hewl didin ziyanê bighînin tevna niştimanî. Fatma Hesîno got:"Rêveberiya Xweser li hemberî hemû astengiyan hêza xwe îsbat kir û daxwazên gel bi cih tîne."

'Hin aliyên veşartî hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin'
9 hezîran, 2021   01:55
HELEB – MIHEMED EBDO

Têkildarî provakasyonên ku di rojên dawî de li bajarê Minbicê rû da, gefên li ser herêmê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser herêmê, endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatma Hesîno ji ANHA'yê axivî.

'DESTÊN DERVE YÊN VEŞARTÎ DI ALOZIYÊ DE HENE'

Fatma Hesîno di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xwepêşandanên dawî yên li bajarê Minbicê ji ber biryara Erka Xweparastinê derketin û got: "Sedema rasterast a xwepêşdanan ne biryar e. Lê destên veşartî hene hewl didin alozî û fitneyê derxînin, da ku projeya ku gelê herêmê xwedî lê derketine û hevgirtina gel têk bibin."

Fatma Hesîno destnîşan kir ku beriya demekê kiryarên wisa li herêmên Rêveberiya Xweser hatin derxistin û wiha axivî: "Di meha Nîsanê de bi taybet li taxa Teyî kirinên wisa hatin derxistin, armanc jê têkbirina ewlehî û aştiya li herêmê ye. Careke din van aliyan biryara 119'an de bi kar anîn da ku tevliheviyê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin."

Der barê armancê van aliyan de Fatima wiha anî ziman: "Biryar û xwepêşandanan ne sedema aloziya ku li herêmê derket, lê belê destên derve hene ku hewl didin ajnîdeyên derve pêk bînin. Armanca yekemîn û ya dawî şikandina hevgirtina niştimanî ya gelên herêmê ye, her wiha têbirina rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmê ne."

'DAGIRKERIYA TIRK RÊBAZÊN QIRÊJ BI KAR TÎNE'

Fatma destnîşan kir ku hikumeta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Erdogan li pey van kiryaran, heger bi rêya dagirkirina raste rast mîna dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, anî jî bi rêbazên dîtir ku ji rêbazên ku di şer de pêk tîne cûda nine. Her wiha diyar kir ku qutkirina ava çemên Firat û Dicle mînakên herî ber bi çav ên vê yekê ne, ku dê  bi xwe re karesteke mirovî ji bo 5 milyon mirovên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bîne.

Fatma bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin û wiha pê de çû: "Ji astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser kampa Holê ye, ku tê de fikirên DAIŞ'ê têne belavkirin, dibe ku di her kêliyekê de alozî mezin bibe û gefê li tevahî Sûriyê bixwe, nemaze ku cîhan di vê dosyaya xetere de xemsar e."

Fatma Hesîno diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî van astengiyan hêza xwe îsbat kir ku dikare pirsgirêkan çareser bike, her wiha ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku çareseriya tekane û ya herî gucaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Fatima got, ev rêveberî rewşeke şênber e, tê de gel xwe bi rêve dibe û pêwîstiyên gel bi cih tîne.

Fatma Hesîno li ser astengiyên din ev yek jî diyar kir: "Ji astengiyên her girîng; dûrxistina nûnerên rasteqîn ên gel ji qada siyasî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Naxwazim ku ev rêveberî rûyê siyasî yê tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Astengiyên dîtir, ambargo û girtina deriyên sînor e. Armanc ji van astengiyan têkbirina projeya rasteqîn a Bakurê Sûriyê ye ya ku daxwazên gel bi cih bîne."

Fatma diyar kir ku ew her tim xw dispêrin gel, terora DAIŞ'ê têk birin û herêmê rizgar kirin, bi fikir û zanebûna azad dikarîn van astengiyan derbas bikin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatma Hesîno di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir "Li gorî berpirsyartiyê bin da ku pirsgirêk werin derbaskirin, li hemberî astengiyan bisekinin, Kurd û Ereb li kêleka hev bin da ku komployan têk bibin, mîna çawa ku di qadên şer de li kêleka hev bûn. "

(bb)

ANHA