Rûspiyên eşîran: Divê PDK nekeve xefka dewleta Tirk û li dijî gerîla şer neke

Rûspiyên eşîra Omeriya ya navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan li hemberî Kurdan bide şerkirin, ev xeflet e, divê aliyên siyasî yên kurdî yekîtiya xwe ava bikin.

Rûspiyên eşîran: Divê PDK nekeve xefka dewleta Tirk û li dijî gerîla şer neke
8 hezîran, 2021   23:43
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê hewl dide Kurdan ber bi şerekî birakujiyê ve bibe û PDK'ê di şerê xwe yê li dijî gerîlayên azadiyê de bi kar tîne.

Rûspiyên eşîrên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û bang li kurdan kir ku li hemberî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

Rûspiyê eşîra Omeriya, Rêşad Hac Elî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Bûyerên ku beriya çend rojan li Başûrê Kurdistanê qewimîn dewleta Tirk a dagirker li pey wê ye, armanca wê ya sereke derxistina fitne û şerê birakujiyê di navbera gelê Kurd de ye."

Rêşad Hac Elî anî ziman ku ew rûspiyên eşîrên Kurd ên Dirbêsiyê û her çar aliyên Kurdistanê rê nadin ku şerê birakujiyê derkeve û got: "Em ji bo avakirina yekitiya kurdî, rizgarkirina xaka Kurdistanê û yekkirina wê bixebitin."

Hac Elî îşaret pê kir ku ruxmî sûc û komkujiyan gelê Kurd bi xaka xwe ve girêdayî û wiha pê de çû: "Girêdan û hezkirina gelê Kurd bi xak û doza xwe re sal bi sal zêdetir dibe. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk û  tevahî dewletên ku di komkujiyên wê yên li dijî me destekê didin wê bila baş bizanibin ku gelê Kurd dest ji doz û xaka xwe bernade, lê belê dê heta nefesa dawî li ber xwe bide."

Rêşad Hac Elî di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên kurdî kir ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin û yekitiya xaka ava bikin da ku Kurdistaneke azad ava bibe.

Rûspiyê eşîra Omeriya Hac Xidir Remo jî got, Kurd li kuderê bin dewleta Tirk wan dike hedef, ji ber ku dijminê yekem û yê dawî yê gelê Kurd e.

Remo bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk bi nava bêdengiya hikumta Başûrê Kurdistanê de êrişî Başûr dike û tevahî cûre çekên giran bi kar tîne. Li ser vê yekê bang li hikumeta Başûrê kir ku hewlesta xwe ji van êrişan re zelal bike û got: "Ji ber ku Tirkiyê roja gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê dike armanc."

Remo di dawiyê de anî ziman ku ew şerê birakujiyê naxwazin, aştiyê dixwazin û got: "Divê gelê Kurd bi fitneyên ku dagirkeriya Tirk di nava gelê Kurd de derdixîne neyê xapandin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HhxrP1hm4AA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>