​​​​​​​'Divê gel bi proveksyonan neyên xapandin'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo got divê gel bi proveksyonan neyên xapandin.

​​​​​​​'Divê gel bi proveksyonan neyên xapandin'
9 hezîran, 2021   00:48
EYN ÎSA-DÎCLE EHMED

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo têkildarî bûyerên di vê dawiyê de li Minbicê rû dane ji ANHA`yê re axivî.

Sebrî Nebo di destpêkê de got: “Gelek alî naxwazin projeya Rêveberiya Xweser bi ser keve. Armanc dikin ku proveksyonê derxin da ku destkeftiyên ku li ser hemû warên siyasî, leşkerî û xizmetguzarî hatine bidestxistin, têk bibin. Ji ber wê tevliheviyan li herêmê çêdikin, bi rêya ajan û ajandiyên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên kuştinê pêk tînin. Armanc jî ew e ku dixwazin gelê herêmê li dijî Rêveberiya Xweser derxin.”

Li aliyekî din saziyên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şaneyên ku dixwazin tevliheviyê derxin, girtin. Wan şaneyan li xwe mukir hatin ku bi armanca derxistina fitneyê û ji bo êlan li dijî Rêveberiya Xweser derxin, kesayetên navedar ên eşîrean dikirin hedef.

Der barê bûyerên dawîn ên li Minbicê de Nebo wiha axivî: “Projeya Rêveberiya Xweser hîna nû ye. Gelek aliyên ku wê li ser xwe xetere dibînin hewl didin tevliheviyê derxin da ku ev rêveberî bi bin keve û bala şêniyên li herêmê li ser bûyerên li Sûriyê bi giştî rû didin û aloziya aborî bikişînin.”

Nebo di nav gotinên xwe de behsa bûyerên li herêmên dagirkirî kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin mîna revandin, koçberkirin, talankirin û bicihkirina çeteyan li şûna şêniyên resen û guhertina demografîk.

Nebo eşkere kir ku bi rêya gelek çavkaniyên ji herêmên dagikirî belge kirine ku gelek mîrên DAIŞ`ê li wan herêman in û wiha dewam kir: "Gelek komeleyên di bin navê xêrxwaziyê de kar dikin, lê di rastiyê de bi rêya dibistanên ku bi sponseriya dewleta Tirk a dagirker hatine vekirin, banga tundrawî û olperestiyê dikin.

Nebo bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êl û rûspiyên wê kir ku bi proveksyonê neyên xapandin ku gelek aliyên dijberî Rêveberiya Xweser mîna dewleta Tirk û hikumeta Şamê û hêzên li ser Sûriye bi nakok in dixwazin li herêmê tevliheviyê derxin. Nebo destnîşan kir ku ev alî hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin, hevgirtina pêkhateyên wê parçe bikin ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û li hemberî timakeran dibin bendeke asê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pk6nq34ECRk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>