​​​​​​​Rewşenbîrên Cizîrê şevbuhêrkeke helbest û hunerê li dar xist

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê  şevbuhêrkeke helbestê û hunerê ji helbestvan Lorî Tildarî û gelek hunermendan re li dar xist. Her wiha helbestvan Lorî Tildarî hat xelatkirin.

8 hezîran, 2021   18:39
QAMIŞLO

Li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bi beşdariya bi dehan şênî, gelek helbestvan û hunermendan şevbuhêrkek hat lidarxistin.

Destpêkê helbestvan Lorî Tildarî gelek helbestên taybet li dijî jiyan, welat û berxwedanê xwendin.

Hunermend Şadî Tildarî, Mihdî Hisên, Mistefa Hesen û Ridwan Cizîrî stranên folklorî û şoreşgerî pêşkêş kirin.

Piştî xwendin helbest û stran bi dawî bûn, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Biradost Mîtanî xelata rûmetê da helbestvan Lorî Tildarî.

Mîtanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku tevahî helbestvan û hunermendan li ser xebatên wan ên welatparêzî û çandî xelat bikin.

Mîtanî li dawiyê got dê piştevaniya tevahî hunermend û helbestvanan bikin, da ku rêça xwe ya hunerî temam bikin û parastina çanda Kurd bikin ku ji hêla gelek dewlet û rejîman ve tê hedefkirin.

Şevbuhêrk bi axaftina helbestvan Lorî Tildarî bi dawî bû. Tildarê spasiya yekitiya rewşenbîran kir û got dê rêça helbestvaniyê temam bikin.

Gelek helbestên helbestvan Lorî Tildarî bi zimanên kurdî û erebî hene û dîwanên wî yên helbestê hene, jê jî (Halan Cap Kiriye).

(fr)

ANHA