​​​​​​​'Armanc ji êrişên li ser Başûr berfirehkirina qada dagirkeriyê ye'

Jinên kantona Şehbayê diyar kir ku armanc ji êrişên domdar ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd û berfirehkirina qada dagirkeriyê ye.

​​​​​​​'Armanc ji êrişên li ser Başûr berfirehkirina qada dagirkeriyê ye'
9 hezîran, 2021   03:04
ŞEHBA –LÎNDA ŞÊX

Ji 23'yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev  êriş ne tenê Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef, di heman demê de armanc jê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

Şêniya bi navê Şoreş Kalo ku ji kantona Efrînê ye û ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûye bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê zêde kir û wargeha Mexmûrê jî kir hedef, armanc ji van êrişan şikandina vîna gelê Kurd û qirkirina wê ye.

Şoreş Kalo baş kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi êrişên dagirkeriyê re û got: "Ev ne cara yekemîn e ku PDK'ê destûr dide Tirkiyê da ku planên xwe li dijî gel pêk bîne."

Şoreş Kalo banga bidawîkirina êriş û siyasetên Tirkiyê kir û wiha dewam kir: "Ji êrişên Tirkiyê yên ku hewl dide gelan qir bike re êdî bes e. Beriya çend rojan wargeha Mexmûrê kir hedef, êrişî silavan û milkên wan şewitandin da ku careke din wan koçber bike. Dema ku navê kampên koçberan tê gotin, ev tê wateya ku divê tevahî cîhan parastinê wan bike. Em ji vir ji kampên koçberan berxwedana xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê xurtir bikin."

Menal Şêxo ya ji pêkhateyê Tirkman diyar kir ku êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi hêzên navneteweyî re hatiye plankirin ye û wiha domand:" Beriya 3 salan Tirkiyê êriş li ser bajarê Efrînê da destpêkirin, piştre êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Ev êriş ne tenê li ser birayên me Kurd in, lê me hemûyan dike armanc, ji ber ku em hemû bi hev re dijîn."

Menal Şêxo got: "Dîroka dewleta Tirk a faşîst rûreş e, her kes dîroka wê ya li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet dizane. Her kes lîstok û siyasetên wê ku li Kurdistanê yên bi armanca dûbarekirina sûcên pêşeyan wê Osmaniyan dimeşîne nas dike."

Menal Şêxo axaftina wiha bi dawî kir:"Mafê Tirkiyê tune ye ku xaka me dagir bike û me koçber bike. Niha sivîlan, jin û zarokan direvîne, avahiyên mêtîngeriyê li gundên Efrînê ava kiriye da ku malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih bike, demografiya herêmê biguhere û hebûna xw rewa nîşan bide."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CbFkoE6DmKs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>