​​​​​​​Şêniyên Kobanê cenazeyê kesayeta welatparêz Mihemed Baqî veşart

Şêniyên Kobanê kesayeta welatparêz Mihemed Baqî oxir kir. Mihemed Baqî duh di temenê xwe yê 75 salî de li nexweşxaneyeke Şamê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê cenazeyê kesayeta welatparêz Mihemed Baqî veşart
8 hezîran, 2021   17:12
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên PYD'ê cenazeyê kesayeta welatparêz Mihemed Baqî li goristana Kobanê spart axê.

Têkoşer Mihemed Baqî ji gundê Kor Elî yê li rojavayê Kobanê ye û ji malbatên destpêkê bû ku piştgiriya Tevgera Rizgariya Kurdistanê di dema damezrandina wê de kirine û bi rêber Ocalan re civîne.

Mihemed Baqî di salên 90'î de dema ku li Helebê dima ji ber çalakiyên xwe rastî zext û îşkenceyê ji aliyê şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve dihat.

Têkoşer Mihemed Baqî bavê şehîd Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) yê ya ku di 1991’ê de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Şîlan Kobanê tevî 4 hevrêyên xwe; Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl di 2004’an de li Mûsilê bi komployeke hevbeş a hêzên îstîxbartên Sûriyê û Tirkiyê hatin şehîdxistin.

(fr)

ANHA