Şehîdê Erka Xweparastinê El-Ehmed li Minbicê hate oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed li Goristana Şehîdan spart axê.

8 hezîran, 2021   16:22
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Reed Mislet El-Ehmed ê ku li ser erka xwe şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Firatê wergirt û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a rojavayê bajarê Minbicê ve çûn.

Li goristanê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Ji rêveberên Nivîsgeha Erka Xweparastina Ehmed Xetaf sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Di serî de em sersaxiyê ji xwe re û ji malbata şehîd re dixwazin, şehîdên me meşle ne, di oxira parastina welatê xwe de berdêlên mezin dane. Em ê şopdarên xeta wan bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir jî axivî û got: "Ev şervanên şehîd li hemberî komplogeran bûne mertal, xwîn û giyanê xwe dan da ku rêya me ronî bikin, cenazeyê wê wê bibin alên azadiyê."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefaa El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Hevrêyên şehîd cenazeyê hevalê xwe hilgirtin û bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

ANHA