​​​​​​​Pêşangeha 2’yan a Hunera Şêwekariyê li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya duyemîn ku Desteya Çand û Hunerê li dar xistiye, bi dawî bûn.

​​​​​​​Pêşangeha 2’yan a Hunera Şêwekariyê li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha 2’yan a Hunera Şêwekariyê li Kobanê bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha 2’yan a Hunera Şêwekariyê li Kobanê bi dawî bû
8 hezîran, 2021   18:01
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Pêşangeh bi sernavê "Zîza rengan" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate vekirin û 3 rojan dom kir. Di pêşangehê de hunerên ciwanên ku xwestin behreyên xwe derxin, hatin pêşandan.

Pêşangaha 2019’an bi sernavê "xêzên windayî" û bi beşdariya 9 xwendekaran hate vekirin. Tê de zêdetirî 50 tablo hatin pêşandan. Lê par bi sedema berbelavbûna vîrusa Koronayê pêşangeh nehat vekirin.

Di pêşangehê de 19 xwendekarên xort û keç bi temenên di navbera 15 heta 25’an beşdar bûn û zêdetirî 100 tablo hatin pêşandan. Piranî tablo li ser folklor, xweza, dîrok û hin kesayetên di hunerê de navdar, mîna hunermend Baqî Xido bûn.

Tablo bi rengên qurşînî, zeytî, avî, komirî, ximafî û bastîlî hatin nexişandin bû.

Xwendekar Mihemed Eqîl Semo got ew cara yekemîn beşdarî pêşangehê dibe û anî ziman ku divê ciwan hunerên xwe veneşêrin, lê berovajî divê derxin, da ku civaka xwe bi wê rêyê bi pêş bixin.

'BI RÊYA HUNERA XWE HÊZA ÎFADE DIKIN'

Di pêşangeha îsal de, hejmara mezintir a jinan e. Jin hewl didin bi rêya hunera xwe hêza xwe îsbat bikin. Ev jî cara yekê ye ku di pêşangeha şêwekariyê de piranî jin beşdar bûn. 19 beşdaran, 17 xwendekarên jin in.

Xwendekar Hêlîn Ehmê ku bi 7 tabloyan beşdarî pêşangehê bûye, kêfxweşiya xwe anî ziman. Ji ber ew cara duyemîn beşdarî pêşangeha wêneyan dibe û wiha got: "Cudahiya vê pêşangehê hejmara mezin a jinan e. Ev jî nîşane ye ku jin di jiyanê de li ber xwe didin da ku armancên xwe pêk bînin."

Mamosteyê wênexêziyê Zeheredîn Ebdo wiha got: "Armanca me ji vekirina pêşangeha wêneyan ew e ku karînên xwendekarên xwe di wênexêziyê de derxin, da ku baweriyekê bidin wan ku bi pêş kevin. Divê nifşê ciwanên wênexêziyê bikin armanca xwe da ku bi rêya wê peyamên xwe bigihînin civak û jiyan. Ji ber huner rihê hundirîn ê paqij e."

Berê 2 pêşangehên wênexêziyê ji bo hunermend Mihemed Şahîn bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê hatin lidarxistin. Ya herî dawî jî beriya 2 salan bû û bi sernavê "Ji we çîrok û ji me reng" û tê de zêdetirî 32 hunermend bi 83 tabloyan beşdar bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AZCgz1G5SdE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>