Li Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Bi dehan mamoste û xwendekarên herêma Efrînê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wargeha Mexmûrê meşek lidar xistin.

Li Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Şehbayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
8 hezîran, 2021   12:56
ŞEHBA

KPC-Demokratîk a herêma Efrînê bi dirûşmeya "Tev li şerê azadiyê bibin" meşek li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê lidar xist.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla, şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin. Meş li parka navçeya Ehdas veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Rosêl Ebdulhemîd ve hate xwendin.

/kr/uploads/files/2021/06/08/125738_-.webp

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Tirk a dagirker her çiqas êrişên xwe zêde bike lê ew nikare îradeya gelê Kurd bişkîne, HPG`ê şerê lenengî li dijî artêşa Tirk dimeşîne û berxwedana gerîla dê bi ser bikeve.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişan ku hemû herêmên Kurdistanê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike.

Di dawiyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd tu carî serî ji dewleta Tirk re natewîne û dê heta serkeftinê li ber xwe bide.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bidawî bû.

(bx)

ANHA