Meclisa Rêveber a Firatê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Meclisa Rêveber a herêma Firatê daxuyaniyek da û têde êrişê dewleta Tirk li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got ew komployeke li dijî hebûna Kurdan e.

Meclisa Rêveber a Firatê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir
8 hezîran, 2021   12:50
KOBANÊ

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Firatê Nesrîn Kenan û Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Silêman Kehşîş ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Kurdan re binpêkirina qanûnên navneteweyî, didomîne. Gelê Kurd weke hemû gelan dixwaze azadiya xwe bidest bixe û bi rûmet li ser xaka xwe ya dîrokê bijî û ji bo vê yekê jî her tiştê giran buha dike berdêl. Ev yek ne li gorî xwesteka dewleta Tirk e."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk destê xwe yên herêmî wekî PDK`ê bikar tîne da ku Kurd şerê Kurd bike û wiha hate gotin:"Berjewendiya PDK`ê ku her tim li ser kursiya Başûrê Kurdistanê be û siyaseta dorpêçkirina li ser hêzên gerîla ye."

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku tişta di 5`ê Hezîrana 2021`an de li çiyayên Metîna û şanoya ku çeteyên PDK`ê tev lê bûne ku balafirên dewleta Tirk 5 kes kuştin û çapemeniya PDK`ê hêzê gerîla tewanbar kir, armanc jê ku zemîneke ji şerê kurdî – kurdî re were dayîn û ew jî projeyeke dewleta Tirk a plankirî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:"Em weke Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Mixabin ku PDK`ê alîkariya dewleta Tirk dike da ku di xaka Kurdistanê de tev bigere û dorpêçê li derdora hêzên gerîla teng bike.

Em bang li her kesê ku dilê wî li ser xwîna kurdî diêşe ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên welatparêz ku li hember vê komploya li dijî hebûna kurdî û ewlehî û aramiya Başûrê Kurdistanê bisekinin û em bi hêvî ne ku gelê Başûrê Kurdistanê erka xwe ya dîrokî pêk bîne û parastina xwîn û hebûna kurdî bike."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vu2PxQVlk_g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>