HPG: Artêşa Tirk a dagirker  gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef

HPG’ê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker  gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef
8 hezîran, 2021   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bê ku hedef nîşan bide Başûrê Kurdistanê bombe dike û ziyanê dide bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

HPG’ê ev agahî parve kir:

Sibeha 8’ê Hezîranê di bûyera li nêzî Derkarê qewimî de ti têkilî bi hêzên me re tine.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di encama êrişên bê ku hedef bên nîşandan de, zirar digihêje bax û baxçeyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Şewata ji ber van bûyeran derketin, texrîbatek mezin daye daristanên herêmê.”

DETAYÊN LI SER ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Encam wiha ne:

 “7’ê Hezîranê saet 11:00’an ji qereqolên artêşa TC’ê yên li ser sînor derdora Gundê Orê yê herêma Metîna bi çekên giran bombe dike. Di encama bomberdûmana dijwar de zirarek mezin digihêje bax û baxçeyên gelê me yên sivîl, şewata ji ber bomberdûmana ya li herêmê didome.

7'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’^an de helîkopberên artêşa Tirk ên şer devera Girê Zendûra, Keste, Dararê yên Medîna li gel derdorîa gundê Hirorê bombe kirin.

7’ê Hezîranê saet di navbera 12:40 û 22:50’î balafirên şer bombe li Werxelê ya Avaşîn barandin.

7’ê Hezîranê saet 00:10-00:20’î helîkoperên şer devera Mamreşo û Mervanos bombe kirin.

7'ê Hezîranê saet 13:20’î balafirên şer qada Kurojehro ya Zapê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de şewata li herêmê derketî dewam dike.

8’ê Hezîranê saet 07:30’î balafirên şer bombe li bejahiya gundê Şkefiyan a devera Meyrokê ya Dihokê ya Gerê bombe kirin.

Di van bomberdûmana  de ziyan bi hevalên me nebûye.”