Partiyên siyasî: Em ê li hember dewleta Tirk bisekinin

Koordînasyona partiyên siyasî yên Efrînê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên bi lez bigre da ku projeyên ên ku armanca wan parçekirina Sûriyê ye, bisekinîne.

Partiyên siyasî: Em ê li hember dewleta Tirk bisekinin
8 hezîran, 2021   11:16
ŞEHBA

Bi dehan endam û rêveberên partiyên siyasî yên kantona Efrînê li navçeya Ehdas kom bûn û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî pêk tîne, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:" di dema ku hemû çav ber bi çareseriya siyasî û diyaloga di navbera gelê Sûriyê de diçin, em dibînin ku hikumeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku destekê didin wê weke Qeter û Kiwutê guhertinên demografîk ên berfireh pêk tînin û xak û mal û milkên şêniyên Efrînê desteser dikin. Her wiha baregeh û mizgeftn li gundên êzidiyan ava dikin, revandin, êşkencekirin, sûcên cûda li dijî şêniyên resen ên Efrînê, nexasim li dijî jinan bi tewanên derew pêk tîne. Bi vê yekê pîvan û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan û rêzdariya ji dewletên derdore, binpê dike."

Di daxuyaniya partiyên siyasî de hikumeta Şamê hate tewanbarkirin ku ew tev li sûcên dewleta Tirk di guhertina demografiya herêmê de dibe û wan sûcan erê dike û armanca wê ji vê yekê ku rewşê tevlîhev bike.

Koordînasyona partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî, hiqûqî û desteya NY`yê kir ku tedbîrên bi lez bigre da ku projeyên armanca wan parçekirina Sûriyê ye bisekinîne û hemû aliyan neçar bike da ku dest bi biryara navneteweyî ya 2254`an bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku ew ê di yek rêzê de li hember dewleta Tirk di projeya wê ya dagirkirin û parçekirinê de bisekinin û dê parastina yekitî û aşitiya xak û gelê Sûriyê bike, her wiha Efrînê û hemû hermên dagirkirî rizgar bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MWCOpyAvc1w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>