Ji bo agirbestê, rêveberiya Hemasê li Misirê ye

Serokê Nivîsgeha Siyasî yê Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye tevî şandeyek ji rêveberiyên tevgera wî, gihaştin Qahîre da ku dan û standinên di dosyeya agirbestê bi Îsraîl re û gelek dosyayên din ên girêdayî şerê dawîn, nîqaş bikin.

Ji bo agirbestê, rêveberiya Hemasê li Misirê ye
8 hezîran, 2021   11:27
XEZA

Dezgehên çapemeniyê ya Filistînê anîn ziman ku li ser vexwendina rêveberiya Misirê, Îsmaîl Heniye û şandeyek ji rêveberiyên tevgera wî, îro gihaştin Qahîre da ku dan û standinan di geşdanên siyasî û meydanî de, nîqaş bikin.

Li gorî raporan, di nav şandeya tevgerê de cîgirê serokê tevgerê Salih El-Erorî û endamên nivîsgeha siyasî Musa Ebû Merzoq, Ezet El-Rişiq, Mihemed Nezal, Rohî Mişteha, Husem Bedran û Zahir Cebarîn, hene.

Ji destpêka ragihandina agirbestê di 21`ê gulana borî de heta niha, civînên dan û standinên agirbetê yê bi sponseriya Misirê didomin.

(dm)