Qamişlo ji bo meşa mezin a rûmetê xwe hazir dike

Nerazîbûna gelên Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistane zêde dibin, herêma Cizîrê ji bo 10'ê Hezîranê xwe hazir dike ku di bin dirûşma, 'Li dijî dagirkerî û bêbextiyê meşa rûmetê' meşeke bi heybet li dar bixe.

Qamişlo ji bo meşa mezin a rûmetê xwe hazir dike
8 hezîran, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana gerîla û gelê Kurd li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didome, li aliyê din ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî her roj derdikevin meydanan û nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin.

Nexasim bi pravakasyona li Metîna ku tê xwestin PDK li dijî gerîla tevî nav şer bikin û daxuyaniyên ji aliyê PDK'ê ve li nav Kurdan bû sedema nerazîbûnên tund.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî zêdebûna êrîşan a li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û li dijî hewldana ku PDK tevî nav vê bibe derdikeve meydanan û helwesta xswe nîşan dide.

Bi rojan e gelên herêma Cizîrê çalakiyên şermezariyê dike û 10'ê Hezîranê jî di vê çarçoweyê de wê di saet 17:00'an li Qamişlo meş û mîtîngek were li darxistin. Tê payîn ku bi dehhezaran mirov tevlî vê meş û mîtîngê bibin û bi dirûşma ''Li dijî dagirkerî û bêbextiyê meşa rûmetê' nerazîbûna xwe li dijî êrîşên dagirker û hevkarên wan ên xwecihî nîşan bidin.

Bi dehhezaran şêniyên bajêr li çerxereya Osman Sebrî wê kom bibin û ji vir dest bi meşê bikin. Meş wê heta bi stadtyoma 12'ê Adarê bidome, tê payîn li meydana li rex stadyomê meş veguhere mitîngekê. Komîteya amadekar a meşê bang li gel kir ku li dijî dagirkerî û bêbextiyê rabe ser xwe.

ANHA