Li Reqayê amadekariyên Mîhrîcana"Kulîlkên Zarokatiyê" tên kirin

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo pêşwazîkirina Mîhrîcana"Kulîlkên Zarokatiyê" perwerdekirina zarokan didomîne. Tê payîn ku mîhrîcan di Tîrmehê de li dar bikeve.

Li  Reqayê amadekariyên Mîhrîcana"Kulîlkên Zarokatiyê" tên kirin
8 hezîran, 2021   11:01
REQA

Tê payîn ku mîhrîcana hunerî ya zarokan di Tîrmehê de bi sernavê"Kulîlkên Zarokatiyê" li dar keve, li ser vê yekê navenda çandê amadekariyan zêde dike.

Di vê çarçoveyê de, komîteyeke perwerdehiyê ya ji bo zarokan hate avakirin. Armanca lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku zarokan tev li qada hunerê bikin, bi taybet zarokên astengdar.

Bernameya mîhrîcanê ji govendên gerlêrî, tabloyên keleporî, şano û stranan pêk tê.

Gerînendeyê Navenda Çandê ya Reqayê Seed Kihês axivî û got ew niha komên zarokan ên ku ew ê şano, stran û folkorê pêşkêş bikin, perwerde dikin û ev xal lê zêde kir: "Ji bo serkeftina mîhrîcanê em bi hemû  hêza xwe kar û xebatê dikin."

Seed Kihês diyar kir ku armanca wan a lidarxistina vê mîrîcanê ew e ku behreyên zarokan bi pêş bixin û girîngiyê bidin wan, nexasim zarokên astengdar.

/kr/uploads/files/2021/06/08/110231_-.webp

Kihês wiha li gotina xwe zêde kir: "Em hewl didin tevahiya zarokan tev li qada hunerê bikin, da ku pergende û winda nebin û behreyên zarokan jî bi rahênan û perwerdeyan bi pêş bixin."

/kr/uploads/files/2021/06/08/110220_-.webp

Zaroka bi navê Rojîn Mihemed ku ew li Navenad Çandê ya Reqayê perwerde dibe axivî û kêfxweşiya xwe ji tevlêbûna vê tecrûbeyê re nîşan da.

/kr/uploads/files/2021/06/08/110135_-.webp

Zaroka bi navê Alîn Mihemed jî da zanîn ku ew perwerde ji hêla perwerdekarên ku wan teşwîq dikin, dibînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tiZNVhRgfuY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>