Parlamenterên iraqî: Serweriya Iraqê tê binpêkirin

Parlamenterên iraqî anî ziman ku derbaskirina sînorên herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, tê wateya binpêkirina serweriya dewleta Iraqê û got “Dewleta Tirk hewl dide xaka di bin serweriya xwe de berfireh bike. Hin lihevkirinên veşartî yên hikumeta Başûr bi Tirkiyê re hene ku Tirkiye destwerdanê bike.”

Parlamenterên iraqî: Serweriya Iraqê tê binpêkirin
8 hezîran, 2021   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumetên li herêmê bertekên parlamenterên Iraqê her ku diçe, zêdetir dibin. Serokê berê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û serokê Şepêla Guhartinê ya Meclisa Parlamentoyê yê niha diyar kir ku ji bo parastina serweriya xaka Iraqê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwaz kirine ku bi berpirsyariya xwe rabin û peyamek ji hikumeta Iraqê re şandine. Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoyê Dr. Ehmed Sefar jî anî ziman ku derbaskirina dewleta Tirk sînorên Başûrê Kurdistanê, tê wateya binpêkirina serweriya dewleta Iraqê.

Di çarçoveya lidijderketina êrişên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de 51 parlamenterên Iraqê 2’yê Hezîranê daxwazname dabûn meclisa Iraqê. Di daxwaznameyê de hate gotin ku divê êriş, talankirina herêm û xwezaya Başûrê Kurdistanê raweste. Her wiha daxwaz kirin ku komîteyeke şopandinê bê avakirin. Dr. Ehmed Sefar diyar kir ku der barê vê daxwazê de heya niha tu gav nehatine avêtin.

‘TIMAYA DÎROKÎ BIDESTXISTINA PARÊZGEHA MÛSILÊ YE’

/kr/uploads/files/2021/06/08/060239_-.webp

Serokê berê yê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û serokê Şepêla Guhartinê ya Meclisa Parlamentoyê yê niha Yûsif Mihemed Sadiq anî ziman ku dewleta Tirk hebûna PKK`ê li Başûrê Kurdistanê dike behaneya êrişên xwe. Yûsif Mihemed der barê armanca dewleta Tirk de got: “Dewleta Tirk hewl dide xaka di bin serweriya xwe de berfireh bike. Me dît ku çawa kete Sûriyê û Bakurê Sûriyê. Armanc û timayên dewleta Tirk ên dîrokî hene, dixwaze parêzgeha Mûsilê bi dest bixe. Lê mixabin xelkên feqîr û cotkar berdêla êrişên dewleta Tirk a ser Başûrê Kurdistanê didin.”

SEDEMÊN BÊDENGIYA HIKUMETA BAŞÛR

Sadiq helwestnegirtina hikumeta Başûrê Kurdistanê ya têkildarî van êrişan wiha şîrove kir: “Yek sedem girêdayî lihevkirinên veşartî yên di navbera PDK û Tirkiyê de ye. Her wiha lewazbûna hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser hin dozên girêdayî çawaniya derxistina petrola herêmê ji derve re û lihevkirina veşartî yên li ser mijara çawaniya vegerandina dahatan e. Dewleta Tirk ji bo nakokiyên navxweyî alîkariyê dide daxwazên hin partiyên li herêmê, bi taybet PDK'ê. Ev hemû dibin sedem ku hewlesta hikumeta Hewlêrê der barê van êrişan de lawaz û ne cidî be.”

 

Yûsif Mihemed Sadiq diyar kir ku ev lewazbûna hikumeta Başûr, bi xwe re lewazbûna binesaziya aboriya herêmê û lewazbûna desthilata hikumeta Başûr jî tîne. Sadiq di berdewama axaftina xwe de got: “Ev nayê wateya ku hikumeta Başûr ji aliyê berhemên xwe ve lawaz e, bi rastî berherêmên wê pir in, lê baş ji aliyê hikumeta Başûr ve nayên bikaranîn. Li aliyekî din jî hin lihevkirinên veşartî û daxwazên hikumeta Başûr bi Tirkiyê re hene ku Tirkiye destwerdanê bike.”

Sadiq da zanîn ku gelek caran ji bo ku civînên meclisê werin lidarxistin û tê de mijara dagirkeriya Tirk û avakirina baregehên leşkerî li Başûr werin nîqaşkirin. Sadiq diyar kir ku tevgera komîteyên têkildar ên parlamantoyê li ser wê mijarê hene û got: “Me ji hikumeta federal xwest ku ji bo parastina serweriya xaka Iraqê bi berpirsyariya xwe rabe û peyamek ji hikumeta Iraqê re şand. Di peyanê de me destnîşan kir ku ev êriş û avakirina van baregehan, ziyanê didin yekitî û selametiya xaka Iraqê.”

`AVAKIRINA BAREGEHÊN LEŞKERÎ BINPÊKIRINA AXA IRAQÊ YE’

Sadiq da xuyakirin ku avakirina van baregehên leşkerî di sînorê Iraqê de ji bo serweriya Iraqê binpêkirineke tund e û got: “Me gelek caran daxwaz kir ku van binêkirinên xwe rawestîne û wan baregehan radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê an jî hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber ku avakirina van baregehên leşkerî ji bo ewlehiya Tirkiyê, peywendiyên di navbera Iraq, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de nabe alîkar. Li ser asta hikumeta federal jî daxwaza rawestandina van binpêkirinan heye. Di rastiyê de gel li Başûr û heta li ser asta Iraqê ji van êrişan û encamên wan ne razî ne. Tercîha vegera li çareseriya aştiyê, vekirina diyalogan ji bo çareserkirina doza kurdî, dê aloziyên li Başûr bi dawî bike û bi xwe re çareseriyan bîne.”

/kr/uploads/files/2021/06/08/060300_93999659-5284-4563-9eef-6e9b0bf61c6c.webp.

Dr. Ehmed Sefar jî destnîşan kir ku ji destpêka salên 1980`yî ve ev herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê bê istîqrar in û got: “Her tim ên berdîl didin şêniyên herêmê yên sivîl in, ev gund her tim bê istîqrar in, xelk feqîr in û cotkar in, lê nikarin biçin nava zeviyên xwe ku karên xwe bikin, ji ber wê yekê gelek kesên ji van gundan dest ji gundên xwe berdan û koçberî bajaran bûn.”

‘KOMÎTE HEYA NIHA NEHATIYE AVAKIRIN’

Sefar diyar kir ku heya niha daxwaza 51 parlamenterên Iraqê li ser avakirina komîteya şopandinê tu gav nehatine avetin û got: “Ew daxwaz hewldanek bû ku pê fişarê li hikumeta Iraqê bikin da ku nehêle dewleta Tirk sînorên Iraqê derbas bike û karên leşkerî di hundirê xaka Iraqê de bike. Ji ber ku derbaskirina sînor tê wateya binpêkirina serweriya dewleta Iraqê.”

ANHA